Ji bo bîranîna şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Destîna Bêrîtan

Di heyamekî herî dijwar de,
Dengê gelê Kurd bi qêrîn û hawar,
Erd û ezman ji ber dike nale nal,
Li pişt deriyên hesinî zîndaneke ji agir bi kaos û qeyran.
Li wê deverê dilê Kurdistan û nunerên wê berxwedêrên rênîşan,
Weke Mazlûm, Xeyrî, Sara û Kemalan.
Di zîndana Amedê de çarenûsa gelekî bindest û azadîxwez.
Mebesta wan bû azadiya Kurdistan.
Ew faşîstê dagirker û bê wijdan û exlaq,
Bi hemû leşkerên xwe hatin ser welatparêz û Apogerên nîştîman.
Xwastin ku wan ji rê derxînin û li ser wan ferz, bikin xayintiya xak û welat,
Lê tekez ew negihîştin tu mexsed û armanc,
Ji ber girêdana wan lehengan bi welatê nîştîman,
Û ji mirovahiyê re dan nîşan, ew ji gelê xwe re bûn mertal.
Îro jî li Helebê jî wan dagirkeran êrîş birin ser gelê me yê qehreman,
Û wan dijmin û neyarên tundrew barandin li ser wan mûşek, tang û topbaran
Bi vê yekê jî cardin ew rûyê xwe yê qirêj dan nîşandan
Di bin navê xîlafetê de gelê me kirin qurban.
Dayîk û zarokên me dan ber şûran
Bi kiryarên xwe yên hovane dest avêtin cendekên me yên herî bi qîmet û watedar.
Ji herikîna xwînê dunya û alem man ker û lal,
Çawa ku li zîndana Amedê Mezlûm, Xeyrî, Sara û Kemal, bûn sembola berxwedanê
Li Helebê jî Ziyad, Gerîla, Deniz, Rojbîn û Leyla bûn têkoşerên
Bi gotina Mazlûman berxwedan jiyan ji dunyayê re bû rê nîşan,
Gotina fermandar Ziyad jî heya mirinê berxwedan ew kefena mirinê çirand,
Îsbata têkoşîn û girêdana ruhê Apogeriyekî rêzan
Nîşaneya fikrekî azad û egîdan
Û bi rastiya Rêber Apo re xwe pêçan
Li ser xeta ku ew tu caran nepoşman
Çawa li çiyayên pîroz tek şoreşgerekî weke Bêrîtan,
Stûyê xwe netewand ji wan kesên xiyanetkar re
Û îro jî Denizan bi çalakiya xwe dengê xwe veda
Bû îsbata wêrektiya jina azad û vîna ku jiya xwe tu caran radest nekir
Li ser şopa wan egîd û qehremanan canê xwe feda kirin
Û ji me re bûn pîrozî û ferman û em jî dimeşin li ser şopa wan.



