Ji bilî jiyaneke azad ti alternatîf nîne

Gaziyên şer destnîşan kirin ku ew bi berxwedana xwe serbilind in û gotin, “Em ê timî xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe derkevin. Ji bo me ji bilî jiyaneke azad ti alternatîf nîne.”
Ji gaziyên şer Barîn Sorxwîn û Mazlûm Yildiz têkildarî rewşa li Rojavayê Kurdistanê, berxwedana şervanan û gelê Kurd a li hember êrîşan nêrînên xwe anîn ziman.
‘Piştî evqas berdêlan em ê qet paşde gavan navêjin’
Gaziya şer Barîn Sorxwîn anî ziman ku sedema hemû şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn hişmendiya zilamê kujer û kastîk e û got, “Hêzên desthilatdar xwe li hemberî civakan dikin yek û êrîş dikin. Yek ji gelên ku ji vê rewşê neyînî bandor bûye jî gelê Kurd e. Kurd bi salan ji hêla dewletên mêtingeh û dagirker ve hatin pelçiqandin. Ziman, nasname û çanda wan hat înkarkirin. Lê bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêbertî de Kurd îro bûne neteweyeke ku her kes hebûna wan qebûl dike.”
Barînê bal kişand ser bêtehemuliya hêzên dagirker a li beramberî xwerêvebirina Kurdan û ev anî ziman, “Çeteyên HTŞ’ê yên bi desteka hêzên hegemon li Şamê bûn desthilat û dewleta Tirk ji serê vê salê ve bi awayekî herî hovane êrîşî hêzên QSD’ê û herêmên Rêveberiya Xweser dikin. Yek ji sedema van êrîşan jî tirsa ji pergala Rêveberiya Xweser a li ser bingehê azadiya jinê ye.”
Gaziya Şer Barîn Sorxwîn diyar kir ku wê ti êrîş nikaribin Şoreşa Rojava ya li ser esasê paradîgmaya Rêbertî ava bûye têk bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Me weke hevalên gazî ji bo azadiya xak û gelê xwe ji bedena xwe parçe dan, bi hezaran hevrêyên me şehîd bûn. Em ê piştî evqas berdêlan qet paşde gavan navêjin. Em ê bi serbilindî û qehremanî têkoşîna xwe bidomînin û li hember her cure êrîşan berxwedana xwe bilind bikin.”
‘Yan serketin yan serketin’
Gaziyê şer Mazlûm Yildiz jî berxwedana hebûn û rûmetê ya Rojava pîroz kir û wiha axivî, “Berxwedana Rojavayê Kurdistanê û xwedîderketina gel a li nirxên xwe nîşanî her kesî da ku bê ev şoreş li ser esasekî çiqasî mafdar ava bûye. Çeteyên hikûmeta demkî û yên girêdayî dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî yên dixwazin li Rojhilata Navîn careke din plan û projeyên nû pêk bînin, bi awayekî nemerd êrîş kirin. Li hember wan jî berxwedaneke mezin a di şexsê fermandar Ziyad Heleb de berbiçav bû pêş ket.”
Mazlûm bal kişand ku armanc bi temamî jiholêrakirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û wiha domand, “Lê tişta wan çeteyan hesab nekir, îrade û dilsoziya gelê me ye. Ne tenê li Rojava, li hemû parçeyan û derveyî welat Kurd û dostên wan rabûn ser piyan û li hember êrîşan bertekên xwe nîşan dan. Sekna gel û berxwedana şervanên azadiyê ev êrîş şikandin.”
Gaziyê şer Mazlûm Yildiz axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Em ê timî xwedî li ked û têkoşîna Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe derkevin. Ji bo me ji bilî jiyaneke azad ti alternatîf nîne. Yan serkeftin yan serkeftin. Careke din ez yekîtî û berxwedana gelê me ya li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikim.”




