Ciwanên Başûr: Em amade ne ji bo xaka Kurdistanê canê xwe bidin
Lava Eyo

Gelek ciwanên ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin hatin, ji aliyê xelkê Hesekê û gaziyên şer ve hatin pêwazîkirin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li Çerxerêya Kevokê ya Hesekê ji aliyê girseyeke qerebalix ve hatin pêşwazîkirin.
Ciwanê Kurd ê ji Germiyanê yê li ser navê ciwanan axivî diyar kir ku armanca wan li Rojava parastina xaka Kurdistanê ye û got, “Eger xaka me azad nebe, kes ji me azad nabe. Em amade ne xwîna xwe fedayî her çar parçeyên Kurdistanê bikin. Bijî şervanên azadiyê, bijî berxwedana Rojava.”




