Mirovê kedkar û şareza Sîpan Efrîn

Asya Weşûkanî

Fermandar û qehreman Sîpan Efrîn ê bi piranî weke Sîpanê Doçkacî dihat naskirin, mirovê kedê bû. Pêşeng û dilêr şehîd Sîpan ewqasî xwe di warê parastina rûmeta ax û gelê xwe de kûr kiribû ku hîn jî li çiyayên azad gelek gir weke girê Sîpan têne terîfkirin û nasîn. Şehîd Sîpan li Heftenîn, Garê, Metîna û Zapê û gelek qadên din bi doçkaya xwe herêm diparast. Balafirên şer û helîkopterên dewleta Tirk nikarîn xwe nêzî girên hevrê Sîpan lê dima bibûna.

Fermandar û lehengê kedê Sîpan Efrîn bi sedan gerîla têkildarî bikaranîna doçka û çekên giran perwerde kirin. Mamoste Sîpan her tim weke çavkaniya hunera şer bi sedan şervan pêş xistin. Wan milîtan û şervanan di nav şerê herî giran de rola xwe lîstin. Fermandar  Sîpan herî dawî li Rojava di şerê germ ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de bi rola xwe rabû.

Hevrê û nemir Sîpan bi salan di şoreşa Kurdistanê de li cihên herî zor û zehmet xebat kir. Timî ji her erk û wezîfê re amade bû. Pêşeng û serkêş Sîpan ji bo me hêza manewiyatê, nûnerê hevaltiya heqîqî ê rojên teng bû. Gelek caran me digot, “Heval werin em biçin cem hevalê Sîpan.” Weke Pîrekî ji me re qala jiyana Rêber Apo dikir. Ji hevalên ciwan re digot, “Xwezî we jî Rêber Apo ji nêz ve dîtiba û nas kiriba. Lê divê hûn pir xembar nebin. Em ê Rêberê xwe bi awayekî fizîkî de rizgar bikin. Hûn ê li cem Rêbertî perwerde bibînin.”

Hevrê Sîpan her û her bi hêvî bû ku careke din Rêber Apo bibîne û pêre diyalog bike. Lê hêviya me pir mezin e ku em ê Rêberê xwe bibînin û jêre behsa fermandar û qehreman Sîpan bikin. Wê demê jî em ê biçin ber gora wî û jêre bêjin: “Hevalê me yê giranbiha vaye Rêberê me di nav me de ye. Em hatine serdana te.” Em ê bi hev re bigirin dîlan û semayê.  Ji dil û can em ê bilîlînin û bila dengê me bigihîje hemû cîhanê û heft tebeqeyên asîman. Bila her kes bi me re dilşad bibe.

Hevrê û fermandar Sîpan Efrîn (Sîpan Doçkacî) her tim ji bo me nimûne bû. Em ê her tim li ser şop û rêya fermandarê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Em soz didin tevahî şehîdan hedef û armancên wan pêk bînin, layiqî ked û fedakariya wan bibin.

Careke din ez pêşengê me, mirovê kedkar û şareza heval Sîpan bi rêzdarî bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî mezinahî û lehengiya wî ditewînin. Di 6’emîn salvegera şehadeta hevrê Sîpan de soza pêşxistina têkoşîna rûmetê nû dikim. Şehîd ji bo me rêber û serkêş in.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button