Şoreşgerê li çiya, girtîgeh û qada dîplomasiyê têkoşîn kir

JÎNDA DILSOZ

27’ê Tîrmehê salvegera komkujiya taxa xerbî ya bajarê Qamişlo ye. Çeteyên DAIŞ`ê sala 2016`an kamyoneke bombebarkirî li taxa xerbî teqandin. Di teqînê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 177 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîd û birîndaran de sivîl, endamên Asayîşê û siyasetmedar û rêveber hebûn. Têkoşer Polat Herekol jî di komkujiyê de şehîd bû.

Polat Herekol (Mehdî Şakir Ebdî) 3`yê Hezîrana 1967`an li bajarê Qamişloyê ji dayîk dibe. Ew kurê biçûk ê malbatê ye. Eslê malbata şehîd Polat ji Bakurê Kurdistanê ye. Bavê wî Şakir Ebdî zarokê tenê yê dayîk û bavê xwe ye, dema dewleta Tirk dixwazin wî bibin leşkeriyê ew û hevjîna xwe Fatma Silêman koçî Rojavayê Kurdistanê dibin.

Malbata şehîd Polat destpêke li gundê Xirbe Cihêş bi cih dibe. Ji bo zarokên wan bixwînin berê xwe dide taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê. Piştre jî derbasî taxa Xerbî dibe.

Şehîd Polat hem dixwend hem jî bi bavê xwe re dibû alîkar. Piştî ji dibistanê vedigeriya di warê avahîsaziyê de kar dikir. Di wê pêvajoyê de kadroyên Tevgera Azadiyê nas dike. Malbat jî di rêya wî de tevgerê dinase. Sala 1987`an piştî dibistana amadeyî bi dawî kir tev li Tevgera Azadiyê bû û derbasî Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a Lubnanê bû. Di dawiya dewreya perwerdeyê de vesaziya wî ji bo xebatên rêxistinî çêbû û destpêke li bajarê Qamişloyê dest bi xebatên rêxistinî kir. Sala 1988`an derbasî çiyayên Kurdistanê bû û bi salan gerilayetî kir.

XWIŞKA WÎ JÎ TEV LÎ DIBE

Sala 1990 xwişka şehîd Polat Hêlîn Garzan (Celîla Şakir) tev lî Tevgera Azadiyê bû. Şehîd Hêlîn jî destpêkê li bajarê Qamişlo xebatên rêxistinî dike û sala 1991`an li ser daxwaza xwe derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Hêlîn heyanî demekê li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê xebatên rêxistinî dike û piştre derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. 3`ê Hezîranê 1995`an Hêlîn û 27 hevalên xwe li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê şehîd dibin.

ŞEHÎD POLAT  BIRÎNDAR DIBE

Polat Herekol sala 1991`an li çiyayê Herekolê di şer de birîndar dibe. Ji bo tedawiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin û dibin bajarê Helebê derman dikin. Lê di dawiyê de tiliyên lingê wî qut dikin. Piştî tedawiyê heyanî demekê li bajarê Helebê xebatên rêxistinî dike. Sala 1993`an careke din derbasî çiyayên Kurdistan dibe û heyanî 2000`an lê dimîne. Piştre derbasî Wargeha Şehîd Rûstem (Mexmûrê) dibe û dersan dide xwendekarên wargehê. Di sala 2004‘an de derbasî çiyayê herêma Dola Kûkê dibe û piştî salekê (2005) careke din vedigere Rojavayê Kurdistanê .

8`ê Tebaxa 2005`an ji aliyê rejîma Baasê ve tê girtin û heyanî bihara 2006`an di girtîgehên Heleb û Şamê de tê ragirtin. Di sala 2006`an serbest tê berdan û carek din vedigere çiya. Li vir tev li kongreya yekemîn a KCK`ê dibe û 11`ê Îlona 2006`an vedigere Rojava Kurdistanê. Dema ku vedigere dîsa ji aliyê rejîma Baasê ve tê girtin û du caran tê darizandin.  Destpêkê di dadgeha leşkerî ya Qabûnê ya girêdayî Şamê de 46 salan cezayê girtîgehê lê tê birîn. Piştre careke din tê dadgehkirin, lê nikarin tiştekî li ser isbat bikin. Bi vê yekê cezayê wî dadikeve 2 sal. Polat Herekol bi tewana ku tev li tevgereke siyasî bûye du salan di girtîgeha Seydnaya de dimîne.

16`ê Îlona 2008`an piştî ku ji girtîgehê serbest tê berdan derbasî Tirkiyeyê dibe ji bo biçe Ewropayê. 26`ê Mijdara 2009`an li Tirkiyeyê tê girtin û piştî 9 mehan wî vedigerînin Sûriyeyê. Polat Herekol 2011`an derbasî Lubnanê dibe û 3 salan xebatên dîplomasî û siyasî li Lubnanê dike.

21`ê Îlona 2015`an ji Lubnanê derbasî Îmaratê dibe û xebatên xwe yên siyasî û dîplomasî didome. 24`ê Tîrmehê 2016`an vedigere Rojava.

Polat Herekol tevî 62 kesên din 27`ê Tîrmehê 2016`an di êrişa bombeyî ya ku çeteyên DAIŞ‘ê li taxa Xerbî pêk anîbûn de şehîd bû. Cenazeyê wî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê hat veşartin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button