Jina şoreşger û pêşeng Azadî wê ti carî neyê jibîrkirin

Şîlan Kobanê

Em ê îro behsa gulek nazdar, bedew û pîroz bikin . Navê gula me Azadî ye. Azadî berê jî carekê şehîd bibû. Ji ber gazî ye. Lê bi hebûna xwe xebateke pir bi nirx û qîmet daye meşandin. Qet gazîbûna xwe nexist rojeva rêxistinê. Dema xwe jî nedaye şîfaya xwe. Lê tevahî dema xwe, hebûna xwe daye fedakariyê, fedaîtiya ji bo şoreşê û Rêber Apo. Ji nêz ve Rêbertî şopandiye , girêdaneke bêhempa daye çêkirin.  Bi hevalên xwe re, bi cinsê xwe re bûye yek.

Di ferqa hebûna xwe de û erka xwe ya şoreşgerî de ye. Nasnameya xwe ya jin parastiye. Di her kêliyê de ji bo jinê dibe bersiv. Heval Azadî weke jina azad, bi berpirsiyartiyeke bi rêkûpêk, dilekî mezin, hestên bilind û welatparêziyeke bedew ji bo çar parçeyên welat û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ked daye û xebitiye. Li ser pêşengên jinên Rojava tesîreke herî xweşik û pîroz çêkiriye. Li ser ciwanên Efrînê yen di lêgerîna azadiyê de ne, bandoreke bêhempa ya ji hestên azad û mutewazîtî çêkiriye.

Bi pênûsa xwe ya zêrîn a ji gelek ramanên xwe yên bi wate ji me re bîranîn hiştine. Di mijarên bîrdozî û wêjeyî de jî xwedî diyardariyekê ye.

Ji lewra xatirxwestina bêwext hem ji bo hevalên gazî hem jî ji bo Tevgera Jin windahiyeke ku zû bi zû cihê xwe nayê dagirtin. Projeyên heval Azadî ji bo jin û pêşerojê, hêviyên heval Azadî ji bo rojekê ku Rêbertî bi awayekî fizîkî azad bibe gelekî kûr, xweşik, bi wate û mînak bûn. Bîranînên bi heval Azadî re me birîn dike, êş û qolincên giran dikevin ser dilê me.

Bi taybetî têkildarî jiyana komîn û civaka ekolojîk lêhûrbûnên wê yên rêxistinê ronî bike, Rêbertî kêfxweş bike her di nav hewldanan de bû. Coşa bîrdozî her di rûyê wê de zindî bû.

Hevrê Azadî di berxwedana Bendava Tişrînê de jî hebûna xwe îspat kir. Eger hevalan bihişta wê qet ji wê derê nehatiba. Li wir jî weke guleke bi bêhn, coş û kelecana xwe li ser hevalan belav dikir.

Di milê ked û karê pratîk de jî bi qasî dayikekê jêhatî bû. Bi hemû kar û xebatên şoreşê radibû.  Bi dilsozî û mutewazîtiyeke bêhempa nêzî hemû hevalan dibû. Li cem heval Azadî lêpirsîna wijdanî di zeman û mekan de herikbar bû.

Hem weke jin hem jî weke gaziyên şer ên şoreşê soz didin heya dawiyê ji bo serxistina armanc û xeyalên heval Azadî û tevahî şehîdan em ê têbikoşin. Em ê civata hemû jinan bi bîranînên we bixemilînin. Em ê jina şoreşger û pêşeng Azadî ti carî ji bîr nekin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button