Her tim dixwest têkoşîneke layiqî keda Rêbertî bimeşîne

Gaziya şer Zarîn Kobanê anî ziman ku fermandara Apoyî Emîne weke jineke pir bihêz û ji xwe bawer timî pêşengtî ji jiyana komunal re dikir û got, “Her tim behsa diyalogên xwe yên bi Rêber Apo re dikir. Hevala Emîıne ya weke Apociyekê jiya, timî ji bo me cihê ewlehî, coş û hêzê bû.”
Gaziya şer Zarîn Kobanê têkildarî endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes a 20’ê Nîsana 2020’an di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû ji ajansa me re axivî.
Zarîn Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de fermandar Emîne bi bîr anî wiha axivî, “Fermandar Emîne gelekî dihat hezkirin û jineke pir îdeolojîk bû. Weke jineke pir bihêz û ji xwe bawer timî pêşengtî jiyana komunal re dikir. Her dem avakirin û pêşxistin esas digirt. Berî xwe hevalên xwe difikirî. Pêşeng û rêzana me Emîne di hevrêtiya xwe ya têkoşînê de xwedî ruhekî komî bû. Jîr û jêhatî bû. Pir caran mirov li hevala Emîne şaşwaz dima. Dema em hemû westiyayîbûn û me îstirehet dikir ew li ser piyan bû. Dizanîbû kengî alîkarî pêwîst e. Hevaleke pir xwezayî bû.”
Gaziya şer Zarîn destnîşan kir ku fermandar Emîne pir ji hevalên xwe hez dikir û axaftina xwe wiha dewam kir, “Gelekî fedakar bû. Her tim behsa diyalogên xwe yên bi Rêber Apo re dikir. Hevala Emîne ya weke Apociyekê jiya, timî ji bo me cihê ewlehî, coş û hêzê bû. Ji ber dîlgirtina Rêber Apo bi hêrs bû. Digot, ‘Rêber Apo ji me hemûyan re bi taybet jî ji jinan re cih çêkir, derfetên têkoşînê ava kir. Lê me nikarî jêre cihekî layiqî wî çêbikin. Dema me hevala Emîne guhdarî dikir em jî hestiyar dibûn û me li ser hevaltiya xwe lêhûrbûn dikir. Fermandar Emîne pir bi zimanekî fêmbar rastiya Rêber Apo bi me dida naskirin. Dihişt em têkevin nav lêhûrbûnê kûr.”
Têkildarî sekn, heybet û têkoşîna fermandar Emîne, Zarînê diyar kir ku hevrê Emîne weke xwedawendeke resen a çiyayî ya demên Neolîtîkê bû û got, “Bi rastî jiyana heval Emîne, têkoşîna wê, hevaltî û hevrêtiya wê, dilsoziya wê ya bi Rêbertî, şehîdan û biratiya gelan re bêdawî bû. Her tim dixwest têkoşîneke layiqî keda Rêbertî bimeşîne.”
Gaziya şer Zarîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Di şexsê heval û fermandara me Emîne de em soz didin tevahî şehîdên xwe, em ê hêvî û armancên ji bo wan têkoşîn kirin binîn cih. Em ê azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin. Jiyaneke azad a li ser esasê xwişk û biratiya gelan a xwesteka herî mezin a hevala me Emîne bû em ê ava bikin.”