Wate û Girîngiya Cejna Vejînê

Arîn Koçer

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û tevahî azadîxwazan bû cejna vejînê. Gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê ji ber zilm û zexta dagirkeran ku ber bi tinebûn ve diçû, bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a dîrokî re careke din rabû ser piyan.

Bi dengê guleyên ji çekên gerîla derdiketin gelê Kurd bi temamî baweriya xwe bi PKK’ê anî. Têkoşîna heval Egîd a li Botanê bi ruhê welatparêziya wê re bû yek. Ne tenê xort, gelek jinên ciwan jî çek hilgirtin û berê xwe dan nav refê gerîla. Ciwanên weke Çîçek Botan, Hewa Botan, Zelal Botan û gelek jinên wêrek û berxwedêr berê xwe dan çiyayên azad û beşdarî şerê azadiyê bûn.

Bi demê re bi hezaran jin û mêrên canfeda cihê xwe yê di nav nav şoreşê de girtin. Di nav vê têkoşîna bi qasî dîroka mirovatiyê bi nirx û pîroz, bi hezaran gerîlayên bi rûmet şehîd û birîndar bûn.

Rêber Apo têkoşîna şoreşa Kurdistanê di merheleyeke ku kesî nedikarî navê Kurd û Kurdistanê bi lêv bike de bi hêz û îradeyeke mezin da destpêkirin. Niha jî Rêber Apo dest bi pêvajoyeke nû  kiriye. Ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk bi serketinê tacîdar bibe Rêbertî bi kelecan û coşeke pir mezin têkoşîn dike û bang li her kesî dike ku ji bo vê pêngavê bixebitin.

Rêbertiya me diyar dike ku ji her demê zêdetir ji bo çareseriya aştî û civaka demokratîk amade ye û berpirsiyartiya vê pêvajoyê digire ser milên xwe. Em jî tev dibêjin ku Rêberê me her çi biryarê bide rast e û heya mirinê em bi Rêberê xwe re ne.

Bi wesîleya 41. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê re bang li tevahî jin û ciwanan dikim ku li hember pergalên desthilatdar û mêrperest xwe bikin yek, xwişk û biratiya gelan misoger bikin. Bi têkoşînê em ê teqez pergala civaka demokratîk ava bikin.

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button