Bi fikra Rêber Apo em dixwazin pêşengtiyê ji civakê re bikin

Jinên ciwan ên perwerdeya ekolojiyê dibînin gotin, “Em hewl didin li ser fikra Rêber Apo xwe perwerde bikin da ku karibin pêşengtiyê ji jinan û civakê re bikin.”
Jinên ciwan ên têkildarî ekolojiyê perwerdeyê dibînin û mamosteya wan Gulbend Efrîn a di heman demê de endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) ye, têkildarî perwerdeyê û rola jinan a di nav civakê de nêrînên xwe anîn ziman.
Endama FGBRS’ê Gulbend Efrîn diyar kir ku armanca wan a ji perwerdeya ekolojiyê ew e ahengiya di navbera xwezayê û mirov de nas bikin û got, “Ya ji me tê xwestin naskirina ekolojiyê û parastina wê ye.”
Jinên ciwan jî diyar kirin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo pêşengtiya wê dike, ji bo tevahî jinan û civakan rêya rizgariya ji hemû pirsgirêkan e û gotin, “Jin ji demên pir kevin de ekolojîsta sereke ye. Vê bi jin dayika xwedawend dest pê kiriye. Di navbera jinê û xwezayê de hevsengiyeke muezem heye. Lê mixabin piştî mêrê serwer her tiştî ji destê jinê derdixe, wê dike kole. Di şexsê jinê de jî civakê dike xizmetkarê xwe. Divê em zanibin ku karesat û felaketên em îro dijîn, ji hişmendiya mêrê serwer çavkaniya xwe digire.”
Jinên ciwan her wiha bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî û gotin, “Dem dema pergala demokratîk, ekolojîk a li ser bingehê azadiya jinê ye. Em jî weke jinên ciwan ji her erk û berpirsiyariyê re amade ne. Em hewl didin li ser fikra Rêber Apo xwe perwerde bikin da ku karibin pêşengtiyê ji jinan û civakê re bikin.”