Rejîma Îranê û Darvekirin
Asya Weşûkanî

Dewleta meleyên Îranê careke din sêdara xwe danîne holê û ji bo wan darve bikin mirov rêz kirine. Lê xwe ji bîr ve dikin ku yên li ser sêdarê jî ew bi xwe ne. Pergala meleyan darvekirina mirovên bêguneh didin berdewam kirin. Hewl didin mirovan bi tirsa ji sêdarê bêdeng bikin. Divê were zanîn ku teqez nêz û ne dûr yên biçin ber sêdara dîrokî ya civakê, ew hişmendiya wan e.
Di serî de Îran û hemû pergalên despot divê zanibin ku wê gel wan efû nekin. Gelek nimûne jî li pêş çavan hene û wê meleyên rejîma Îranê jî hesabê xwe yek bi yek bidin.
Çawa Louisê 16. çû ber meqsela (giyotîna) ku wî bi xwe serê mirovan pê dida jêkirin, paşê bi destê gel û bi taybet jî bi destê jinan serê wî hate jêkirin. Teqez wê serê meleyên rejîma Îranê yên her roj xelkê darve dikin jî rojekê bikeve bendê sêdarê.
Divê were zanîn ku xezeba gel pir dijwar e. Gel despot û qatilan qet efû nake. Lê diyar e hîna jî meleyên rejîma Îranî xwe dixapînin û wiha hesab dikin ku bi darvekirina mirovan gel tirsandine û wê gel hesab ji wan qet nexwaze. Lê hewce ye ew jî zanibin ku dema pêlên serhildanên gel rabin, wê cihê xwe bixin navê tinebe.
Rejîma Îranê di van demên, dawiyê de 92 mirov bi darve kirin û ev rêbaz jî tundiya herî xerab a serdemê bi xwe re tîne. Di navbera pergala Îranê ya rojane mirovên bêguneh li sêdarê dide û pergala DAIŞ’ê ya rojane serê bi dehan mirovan jêdikir de ti ferq û cudayetî nîne. Eger cudayet hebe jî di nav mezheb, ziman û reng de ye.
Pêwîst e rejîma Îranê xwe demildest biguhere û dawî li îdaman bîne. Divê rayedarên Îranê zanibin ku bi tundiyê û şer qet çareserî çênabe û projeya, Rêber Apo ya çareseriya civaka demokratîk ji tevahî şer û tundiyan baştir û encamtir e.
5 hezar sal in civaka mirovahiyê, di şexsê Habîl û Qabîl de dest bi kuştina bira û bira kiriye û ji vê ti encam bi dest nexistine. Hewce ye tevahî jin, mêr û hemû beşên civakê xwe li ser bingehê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê perwerde bikin û bigihêjin xwerêxistinkirin û çalakbûnê.