‘Fermandar Bêrîtan bû helwesta li hember xiyanetê’

 

Yek jî fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Weşûkanî da diyarkirin ku milîtan û şoreşgera dilwêrek Bêrîtan bi şer û cenga xwe ya bêhempa bû xwedawenda hemdemî ya şer û jiyanê û got, “Hevala Bêrîtan ji bo me fermandara giştî ya artêşê ye û em di bin, emir û fermana wan de ber bi serkeftinê ve dimeşin.”

Fermandar Bêrîtan 25’ê Cotmeha sala 1992’yan li herêma Xakûrkê di şerê li hember noker û xayînan de bi berxwedaneke muezem heya guleya xwe ya dawî şer kir û ji bo bi saxî nekeve destê dijmin xwe ji zinaran avêt xwarê. Bêrîtan bi vê çalakiya xwe ya fedaî dibe sembola Tevgera Azadiyê ya Jinan. Fermandar Bêrîtan her sal di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê hevrêyên xwe, jinan û gelên azadîxwaz ve tê bîranîn.

Yek ji fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Leyla Weşûkanî der barê fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş de ji ajansa me re axivî.

Leyla Weşûkanî di destpêka axaftina xwe da xuyakirin ku xiyanetê her pişta gelê Kurd daye xwarê, destê wan lawaz kiriye û got, “Bi taybet jî di serdemên serhildanan de û dijminê xedar gelekî ji xiyaneta hundirîn feyde girtiye û ezma gel şikandiye. Her çi qasî gelê Kurd gelekî resen û bi esalet be jî her xiyanetê xwe lê kiriye şevreşk û pergala wan belav kiriye. Jixwe her piştî serhildanekê pêşengên îsyanê hatine darvekirin û gel jî li pey wan hatiye şerpezekirin. Tevî ku neteweya Kurd bi wêrekî û mêrxasiya xwe jî tê naskirin, lê xiyaneta hundirîn a reş ew tevizandine û teslîm girtine. Lê belê teqez pêwîst e were zanîn ku Kurd ne Kurdên berê ne û ji gelê Kurd re roj, roja xîret û namûsê ye. Dem hatiye Kurdên resen serê xwe bi Rêber û qehremanên xwe bilind bikin, li ser lingên xwe bisekinin û bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin.”

‘Şoreşa Kurdistanê xwedî qehremanên mîna Bêrîtan in’

Fermandara YPJ’ê Weşûkanî destnîşan kir ku eger gelê Kurd xwedî Rêberekî weke Rêber Apo, têkoşer û berxwedêr e, naxwe divê her mirovekî Kurd li hemberî dijminê bav û kalan weke volqanekê be û bi hêza xwe ya cewherî têkoşîn bike. Weşûkanî axaftina xwe wer dewam kir, “Gelê Kurd ê resen û xwedî çanda berxwedanê ye hewce ye li ser mîrateya çanda xwe pêş bikeve û xwe rizgar bike. Ev 26 sal in Rêber Apo di girava Îmraliyê de rehîne tê girtin, lê qet kêliyekê jî têkoşîn û berxwedana Rêbertî nehatiye sekinandin. Her çi qasî hêzên global ên pergala sermayedar û hêzên sîxûr ên li herêma Rojhilata Navîn di nava hewldanên dijwar de ne ku fikir û ramanên Rêber Apo ji ser civakê qut bikin û wî bi tenê bihêlin jî, ew xwe dixapînin, qet nikarin mesafeyê têxin navbera felsefe û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan û gelên azadîxwaz. Ji ber paradîgmaya Rêber Apo cîhanî bûye û hew dikarin pêşiya wê bigirin. Teqez sedema tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî jî tirsa wan a ji cîhanîkirina paradîgma Rêbertî ye û tirsa wan hate pêkanîn. Hemû hewldanên wan jî ew e dengê Rêber Apo û bandora wî li ser gelan qut bikin, nehêlin bi tesîr bibe, lê xwe dixapînin. Teqez bila dijmin pir baş zanibe ku dahûrandin û parêznameyên Rêber Apo pêşengê civakên demokratîk, ji zû ve cîhanî bûye û jiyanî jî dibin.”

Leyla Weşûkanî anî ziman ku Şoreşa Kurdistanê xwedî qehreman û fedaiyên weke şêrejin Bêrîtan Hêvî ye û got, “Ji bo xiyaneta Kurdî ya kevnar bi dawî bibe xwe ji serê zinarê çiyayê Lêlîkanê diavêje xwarê, canê xwe parçe parçe dike, xiyaneta dîrokî jî bi xwe re belav dike û dawî lê tîne. Fermandar Bêrîtan Hêvî tevî Rêber Apo qet di jiyana xwe de nedîtiye jî her fikir û ramanên wî dixwîne û meraq dike. Rêheval Bêrîtan her li ser kesayet û têkoşîna Rêber Apo dihizire, dixwaze li ser destanekê binivisîne û di rapora xwe ya ji Rêbertî re dibêje, ‘Rêberê min ez dixwazim li ser jiyana te destanekê binivisînim.” Dema Rêbertî rapora şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) dixwîne, lêhûrbûnên hevala Bêrîtan gelekî jêre balkêş tê û dibêje, ‘Gelo ev hevalek çawa ye û çawa gihiştiye fikra li ser jiyana me destanekê binivisîne?’ Rêber Apo her wiha dibêje, ‘Naxwe Bêrîtan hevalek xwedî hêza fikirandin û şiroveyê ye ku dixwaze li ser jiyana me destanekê binivisîne.’ Lê mixabin rapora hevala Bêrîtan ji ber derfetên, şer ên zehmet gelekî dereng dimîne û piştî şehadeta wê digihêje destê Rêbertî. Dema Rêber Apo şehadeta hevala Bêrîtan dibihîze gelekî xembar dibe û dibêje, ‘Ev heval kesayetek pir bi hêz û ji xwe bawer bûye’ û ji hevalan pirsa kesayet û şerê fermandar Bêrîtan dike. Rêbertî li ser hevala Bêrîtan şiroveyeke wer dike: ‘Bêrîtan xeta leşkerî ya jin e, Bêrîtan fermandara artêşa jinê ye’ û balê dikişîne ser kesayeta wê ya bi hêz û fedakar; bi taybet jî qala çalakî, qehremanî û berxwedana wê ya li hemberî xiyaneta kevnar a mala Barzanî dike û dibêje,  ‘Di dîroka gelê Kurd de xiyanet û berxwedanî bi hev re meşiyane, sedema bindestiya gelê Kurdistanê jî xiyanet bi xwe ye.’ Tişta Rêber Apo dixwest der barê xiyaneta mala Barzanî de bêje wiha ye: ‘Di welatê me de du xet hakim in yek xeta sereke ye ku ew jî berxwedan e û ya din jî cêwiya wê xiyanet e. Fermandar Bêrîtan temsîla xeta berxwedana dîrokî dike û xeta din jî xiyaneta mala Barzanî ya şerê sala 1992’yan temsîl dike. Bêrîtan jina serhildêr û keça Dêrsimê weke dayik û xwişkên xwe yên serhildana Dêrsimê xwe ji serê zinaran avêtin xwarê û dawî li jiyana xwe anîn da ku nekevin destê dijmin.’”

‘Bêrîtan remza têkoşînê ye’

Di dewama axaftina xwe de Fermandara YPJ’ê Weşûkanî got, “Dîsa Rêber Apo îşaret bi qehremanî û berxwedana şehîd Bêrîtan dike û vê nirxandinê dike: ‘Pêwîst e tevahî jinên Kurd kesayeta fermandar Bêrîtan ji xwe re bikin remza berxwedan û têkoşîna azadiyê.’ Bêguman hevala Bêrîtan jî weke her jinekê xwedî malbat bû û di dibistanê pergala komara Tirkiyeyê de xwendekar bû. Lê kesayeta fermandar Bêrîtan ne ji rêzê ye û taybetmendiyên xwe pir cuda ne. Dema hevalên kevin ên pêre mane qala wê dikin mirov pir xemgîn dibe ku ew nedîtiye û pêre nemaye. Bi rastî dîtina kesayetên weke fermandar Bêrîtan û mayîna li cem wan ji bo mirov serbilindiyek mezin e, ezmûn qezenckirin e.”

Leyla Weşûkanî got ku şehîd Bêrîtan ji nav pergalê derket û beşdarî nava gerîla bû, lê mirov qet bandora pergala Tirk li ser kesayeta wê nabîne û wer axivî: “Hevala Bêrîtan her li ser asalet û cewhera xwe ya Kurdînî mezin bûye û jiyaye. Dema hevala Bêrîtan dost û hevalan dinase di demeke pir kurt de biryara xwe dide û beşdarî nava gerîla dibe. Fermandar Bêrîtan gelekî ji jiyana leşkerî û çiyayan hez kiriye. Hevala Bêrîtan gelekî xwezayî ye û pir jî rûken û dilgeş e. Her çi qasî kêm be jî kesayeta qehreman Bêrîtan di film de hatiye nîşandan jî hevalên pêre mane pir cuda qala jiyan û hevaltiya wê dikin û dibêjin, ‘Hevala Bêrîtan gelekî jêhatî û fedakar bû. Weke jineke Kurd ji herêma Dêrsimê pir jî serbilind û ji xwe bawer bû.’ Di heman demê de dilnizm û xwezayî ye.”

Weşûkanî ya diyar kir ku hevala Bêrîtan ji bo wan fermandara giştî ya artêşê ye di vê mijarê de bal kişand ser van xisûsan: “Em di bin, emir û fermana wan de ber bi serkeftinê ve dimeşin. Rêber Apo di perspektîfên xwe de wiha hevala Bêrîtan terîf dike: ‘Bêrîtan fermandara tevahî jinên Kurd e û dîroka şehadeta Bêrîtan wê bibe dîroka avakirina artêşa jinên şoreşgerên Kurdistanê.’ Em jî weke Tevgera Jinên Kurd her sal vê rojê roja avakirina artêşa xwe dibînin û wer bi bîr tînin. Di dîroka têkoşîna jinên Kurdistanê de gelek jinên wiha qehreman û fedayî derketin holê, hîna jî ev têkoşîn berdewam dike,  roj bi roj qehremanên me yên jin û mêr zêdetir dibin û dîroka gelê Kurd dewlemend dibe. Di van 50 salan de gelek canfeda û lehengên Kurd canê xwe ji bo azadiyê kirin qurban ji wan mirovên mezin û fermandarên bi nav û deng ên weke Bêrîvan Agal, Zîlan Dêrsim, Sema Yuce, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bermal, Rojbîn Ereb, Berwar Çelê, Ronahî û Bêrîvan yên bedena xwe ji şoreşê re kirin pira zindî da ku artêşa jinan xurt bikin, bikin pêşengên tevgera azadiyê. Van hevalan bi çalakiyên xwe yên fedaî bingehê şoreşê xurt kirin û ber bi serkeftinê ve birin. Bi keda wan fermandar û pêşengan şoreşa Kurdistanê, li ser pileya Rojhilata Navîn hate firehkirin û niha jî cîhanî dibe. Fermandar Bêrîtan û şêrejinên weke wê bi têkoşîn û kedeke pir mezin bûn abîdeyên azadiyê û mayendî bûn. Ew ji şoreşê re bûn serkêş û pêşengên pêşeroja ronahîbûnê ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Gelek şêrejin û mêrxasên Kurd ên xwe ji bo jiyanek wekhev û azad feda kirin û bûn fermandarên giranbiha û pîroz.”

‘Bi têkoşîna xwe ya xurt bû xeta jina şoreşger’

Weşûkanî destnîşan kir ku jina çalakvan û çeleng Bêrîtan ku li ser şopa, wan jinên qehreman meşiya, bi berxwedana xwe ya bêhempa ji tevahî jinên têkoşer re bû rêber û serkêş û got, “Fermandara bi heybet û bi nav û deng Bêrîtan a bi helwest û têkoşîna xwe ya bêhempa îsbat kir ku neviya Besê û Zerîfe ye. Canfeda û fermandar Bêrîtan rûpoşa Kurdwariya kevnar û xayîn xiste xwarê û teşhîr kir. Jina Kurd a qehreman Bêrîtan li çiyayê Xakûrkê ala berxwedanê bilind kir û ji jina Kurd re bû îlhama têkoşînê. Jina Kurd a dilêr û zana bi têkoşîna xwe ya xurt bû xeta jina şoreşger û azadîxwaz. Gelawêj Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî bû îlham û ket nava hiş û dilê jinên têkoşer, ji wan re bû hêza bîr û baweriya serketinê. Milîtan û şoreşgera dilwêrek Bêrîtan bi şer û cenga xwe ya bêhempa bû xwedawenda hemdemî ya şer û jiyanê. Teqez divê were zanîn ku nasnava jina xwedawend wiha bi hesanî ji ti kesî re nayê bikaranîn, lê kesayeta fermandar Bêrîtan bi têkoşîn û çalakiya xwe ya li dijî xiyaneta mala Barzanî, xwedawendbûna xwe li ser dost û dijminan ferz kir. Şoreşgera fedayî û wêrek Bêrîtan xwe bi hedef û armancê re kir yek, bi hêrs û kîn bi ser xayînan de çû û ew bi erdê re kirin yek. Jina dilêr û bi heybet Bêrîtan hurmet, hezkirin û pîroziya xwe li ser her kesî ferz kir û da îspatkirin ku jin lawaz û qels nînin. Şêrejina Kurd Bêrîtan da diyarkirin ku xiyanet û teslîmkarî qet di dil û mejiyê wê de tineye û tenê cihê berxwedan û têkoşînê heye. Jina Kurd a resen Bêrîtan bi têkoşîn, ked û wêrekiya xwe ya pir mezin li her deverê bi nav û deng bû.”

Fermandara YPJ’ê Leyla Weşûkanî bi van hevokan dawî li nirxandinên xwe anî: “Li ser şopa fermandar Bêrîtan û dilsoziya bi qehremaniya pêre gelek jinên ciwan beşdarî nava refên şoreşê bûn û navê xwe kirin Bêrîtan. Çalakiya qehreman Bêrîtan û helwesta wê ya dijwar li dijî xiyaneta mala Barzanî ew kir stêrka li esmanan û bi teyisîna wê gelê Kurd şiyar bû. Em jî heval û hogirên xwedawend Bêrîtanan careke din soz didin em ê tola wê û ya bi hezaran şehîdan rakin, layiqî ked û têkoşîna wan bin. Bi hurmet û minetdarî em serê xwe li hemberî mezinahî û pîroziya wan ditewînin û soza xwe ji wan re nû dikin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button