Her gel divê bi zimanê xwe perwerde bibîne

Gaziyên şer ên têkildarî kar û xebatên xwe civiyan, bal kişandin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û gotin, “Zimanê dayikê rûmeta mirov e. Her gel divê bi zimanê xwe perwerde bibîne.”

Li Parêzgeha Hesekê ji bo nirxandina rewşa heyî û kar û xebatên mehane gaziyên şer kom bûn.

Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, gaziyê şer Laleş Êzidî bi kurtasî rewşa herêmê ya siyasî nirxand.

Piştî nirxandinê gaziyên mafê axaftinê wergirtin, nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoyê û xebatan parve kirin.

Gaziyên tevlî civînê bûn der barê perwerdeya zimanê dayikê de jî axivîn.

Gaziyan bal kişandin ser wate û girîngiya zimanê dayikê û gotin, “Ziman yek ji amûra sereke ya pêşxistina pêwendiyên di nav mirovan de ye. Her wiha ziman bingehê civakbûnê ye. Her gel û civak xwe bi zimanê xwe îfade dikin. Li Rojava bi salan e Kurd û pêkhateyên din bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Zarok dema bi zimanê dayika xwe dixwînin, baştir dersên xwe fêm dikin.”

Gaziyên şer anîn ziman ku ti heqê kesekî nîne zarokên Kurd û yên ji neteweyên din ji zimanê wan dûr bigirin û wiha domandin, “Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê diyar kiriye ku wê Kurdî li dibistanan hefteyê tenê 3-4 saetan be. Ev nabe. Zimanê dayikê rûmeta mirov e. Her gel divê bi zimanê xwe perwerde bibîne. Pêwîst  e Kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehê hebe. Ya herî rast û durist jî ev e. Lewma hewce ye kesên pispor bi vê mijarê re eleqedar bibin. Astengiyên li hember perwerdeya bi zimanê dayikê bi awayekî êdî nebe mijara zarok, ciwan û civakan divê were sererastkirin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button