Em ê armanc û hêviyên şehîdan pêk bînin

Gaziyên şer ên Hesekê di civînên xwe yên du rojan de diyar kirin ku ji bo armanc û hêviyên şehîdan pêk bînin, wê erka xwe ya hevaltiyê pêk bînin.

Li parêzgeha Hesekê gaziyên şer ji bo nirxandina rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên rû didin civiyan

Civînên du rojan berdewam kirin bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kirin. Piştre jî perspektîf û nirxandinên Rêbertî yên têkildarî şehîdan û gaziyan şer hatin xwendin. Li dû wê têkildarî rewşa Cîhanê, Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojava axaftin hatin kirin.

Gaziyan di axaftinên xwe de  diyar kirin ku pêwîstiya gel bi aramî û hizurê heye û gotin, “Li cîhanê û herêmê şerên rû didin, bandorê li ser her mirovî dikin. Yên êş û azarên şer herî zêde dizanin gelên herêmê ne. Rêbertiya me ji bo aştiyeke bi rûmet bi salan e têkoşîn dike. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a di roja me de di pêşengiya Rêber Apo de tê meşandin tesîra xwe li ser tevahiya herêmê dike.”

Gaziyên şer di dewama nirxandinên xwe de bal kişandin ser xwedîderketina gel a li şehîdan û ev gotin, “Em gelê me yê xwedî li zarokên xwe yên şehîd derdikevin silav dikin. Wan lehengan ji bo jiyaneke azad û wekkhev canê xwe feda kirin. Em deyndarên wan in. Weke hevalên gaziyên şer ji bo armanc û hêviyên şehîdan pêk bînin, em ê erka xwe ya hevaltiyê pêk bînin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button