Têkildarî komploya 9’ê Cotmehê semîner

Der barê komploya navneteweyî de ji bo gaziyên şer semînerek hat lidarxistin.

 

Bi wesîleya 26. salvegera komploya 9’ê Cotmehê ji bo gaziyên şer ji hêla Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve semînerek hat lidarxistin.

Semîner li komeleya Şedadê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di semînerê de piştî sînevîzyona têkildarî komployê hat temaşekirin der barê komployê de axaftin kirin.

Di axaftinan de komploya li hember Rêber Apo hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku hêzên komploger hewl didan di şexsê Rêber Apo de Tevgera Azadiyê ji holê rakin û li Rojhilata Navîn şerekî mezin bidin destpêkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku tevahî planên dagirkeran û hêzên hegemon ji hêla Rêber Apo ve hatin pûçkirin, Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe ji bo gelan rêya azadiyê vekir.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button