Gelên herêmê bi biryar in di rêya şehîdan de jiyaneke azad ava bikin

Gaziya şer Zîlan Hesekê ya şehîdên komkujiya Qereçoxê bi bîr anîn got, “Soza me daye şehîdan tekez em ê pêk bînin. Gelên herêmê bi biryar in di rêya şehîdan de jiyaneke azad ava bikin.”
Di ser komkujiya çiyayê Qereçoxê re 9 sal derbas dibin. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker pêk hat û bi dehan şervan şehîd û birîndar bûn. Gaziya şer Zîlan Hesekê têkildarî salvegera komkujiya Qereçoxê nêrînên xwe anîn ziman.
Zîlanê di destpêka axaftina xwe şehîdên Qereçoxê bi bîr anî û got, “Di vê êrîşa hovane de bi dehan heval û hevrêyên me şehîd û birîndar bûn. Ev êrîş di pêvajoyeke ku li herêma Reqa û Tebqayê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hemleya hêzên YPG-YPJ’ê pêş diket, pêk hat. Dewleta Tirk û hinek hêzên herêmê yên ji vê nerehet bûn, ev êrîşa hovane pêk anîn. Xwestin bi vê êrîşê moral û manewiyata şervanan û gelên herêmê bişikînin.”
Gaziya şer Zîlan Hesekê bal kişand ser xwedîderketina gel a li şehîd û birîndarên Qereçoxê û wiha dewam kir, “Gelên herêmê piştî êrîşên li ser Qereçoxê bihîstin herikîn wê qadê. Bi fedakariyeke mezin xwedî li şehîd û birîndarên xwe derketin. Piştrast bûye ku gelên xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde kirine ti carî ji mirinê natirsin. Gelan bi saya fedakariya zarok û egîdên xwe Şoreşa Rojava ava kirin. Piştî ewqas berdêlan êdî wê ti carî paşde gav neavêjin. Weke gaziyên şer soza me daye şehîdan em ê tekez pêk bînin. Gelên herêmê bi biryar in di rêya şehîdan de jiyaneke azad ava bikin.”
Zîlan Hesekê bi dewama nirxandinên xwe ev anî ziman, “Ev êrîş parçeyekî stratejiya derbekirina projeya Rêveberiya Xweser bû, lê projeya neteweya demokratîk bi hevgirtin û piştevaniya gelan her diçe zêdetir pêş dikeve. Tevî hemû êrîş, zext û komployan jî gel bi biryar in li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo jiyaneke azad û wekhev ava bikin.”
Gaziya şer Zîlan Hesekê di dawiya axaftina xwe banga xurtkirina yekîtî û hevgirtinê li gelên herêmê kir û got, “Em ê bi gelên xwe re ji sedî sed jiyaneke azad ava bikin. Weke tê zanîn, ji bo bîranîna şehîdên Qereçoxê, 2021’ê Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê weke ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ ragihand. Ez vê rojê di serî de li dayikên şehîdan, hemû malbatên me yên xwedî şehîd, gaziyên şer û şervanên rûmetê pîroz dikim.”




