Guhertin û veguhertin xwe li ser Rojhilata Navîn ferz dikin

Leyla Amûdê

Her çiqasî guhertin û veguhertin xwe bi lezgîn li ser Rojhilata Navên û Kurdistanê, ferz dike jî lê gerek pîvanên vê guhertinê werin dahûrandin. Ya din jî divê ev guhertin û veguhertin xwe li ser dînamîkên navxweyî rêxistin bikin û bi lezgînî aktîf bibin. Tekez ew jî pêwîst e li ser bingehên çareseriyên ji derveyî şer û tundiyê bin. Ji ber ku 30 hezar sal e şer û tundiyê mirovahî perîşan kiriye û hîn jî tu çareserî peyda nebûye. Berevajî wê şer û tundî çavkaniya hemû pirsgirêkan e û ew bi xwe pirsgirêkan dertînin û êşê mirovan, hîn zêdetir dikin. Di bingeh de tekez hewce ye rêbazên çareseriyê ji derveyî şer, tundî, zordarî û kuştinê bin. Divê rêbazên serdemê ji bo xurtkirina destê çareseriya aştî û demokrasiyê bin.

Mirovahî ji destê desthilatdaran, tundî û ferdperestiya wan gihiştiye rewşeke gelekî xerab û hew dikare hinasa xwe bi aramî bikişîne. Gihiştiye rewşa ku têkeve odeya emeliyata lezgîn. Hîn jî key û qralên tundrew ên weke Trump û şahmeleyên Îranê, dost û hevalên wan her du aliyan jî ya kêfa wan tê û temaşe dikin yan jî xwe li hemberî vê rewşa sosret bêdeng dikin û bêçare mane. Jixwe her du rewş jî gelekî xerabin û ji rewşa aliyên di nava şer de gelekî xerabtirin. De vaye rewş li holê ye û her kes dibîne û hemû jî dizanin ku ger Çîn jî têkeve nava vî şerî, wê herêm û hemû cîhan ji şerê nukleer bandor bibe û ji ber vê xwe tevnadin. Li gorî xuya dike dewletên sermayeparêz û dewletên herêmê yan xwe bêdeng kirine û meydan ji qatilê kastîk Trump re vekirine ji bo ku şov bike û gefan li her kesî bixwe.

Em dibînin ew key- qral Trump jî weke gurê devbixwîn ketiye meydanê û bela xwe, li her kesî dixe. Li rêbazên nû digere ku xwe serwer bike û şerê ku ketiye navê de xwe qehreman derxîne û pozê şahmelan bişikîne. Jixwe şah mele jî poşman bûne, lê ji ber ku gelê Îran û artêşa wê bi salane, li ser dijberiya Îsraîl û Emerîka perwerde kirine, dema serê xwe ji wan hêzan re daxînin, wê tu kes li hêla wan nemîne. Tirsa wan a bingehîn jixwe ev e. Pergala meleyên Îranê zêdetirî 40 sal e her gelê Îranê li ser dijberiya hêzên Siyonîst û emperyalîst perwerde dikir. Dirûşma wan jî “Merg ber Îsraîl, merg ber Emerîka (Bimire Îsraîl- bimre Emerîka)” ye.  Eger niha jî bi wan hêzên mijara gotinê re li hev bikin û şertên wan pêk bînin jî wê gel û artêş li dijberî wan serî rake û wê têk biçin. ji ber vê niha pergala şahmeleyan di nava du agiran de maye û dudiliyeke pir zehmet dijîn!

Dibe ku şer di navbera Emerîka û Îranê de demeke pir kurt dest pê kiribe, lê bi qasî çend salan bandor kiriye. Gelek zerarê madî û teknolojîk jiyane. Vî şerî gelê Îranê, nexasim jî gelê Rojhilatê Kurdistanê gelekî westand û ew anîne rewşeke perîşaniyê. Ji ber ku gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi salane ji destê pergala meleyan gelek zor û zehmetî dîtine. Hîn jî gelek zextên pergala herifî li ser wan heye. Hêzên derve jî wan êş û zehmetiyên gel zêdetir dikin û nabin çareserî. Hê jî pergala meleyan li ser gelan zextên mezin çêdikin. Di van çend rojên dawiyê de jî meleyan çend ciwan dar vekirin û mirov dibêje qey navbera şer ji bo darvekirina mirovan hatiye dayîn. Pergala şah meleyan bêhna xwe li ser darvekirina mirovan vedike û wiha kiriye ku gel dixwazin rojek beriya rojekê pergala heyî têk biçe û li şûna wê av derkeve. Bi rastî tiştekî pir sosret e. Mirov ji ber pergalên weke Îranê matmayî dimîne gelo çawa dewletek li ser gelê xwe ewqasî tundrew dibe tevî ku hêza wan hemû ji nava gel teşkîl dibe jî?

Lê mijar li vir ew e ku wê şah mat bibe û wê pergala hêzên emperyalist xwe li Îranê, serwer bikin. Dibe ku rewşa wê jî bibe weke ya Iraq, Efganistan, Lîbya û Sûriyey. Ji ber wê pergala şah meleyan, dîn û har bûne û dizanin ku wê dawiya wan jî ne bi xêr be. Lê cardin jî wê heya dawiyê li ber xwe bidin û di encama wî şerî de jî wê gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, gelek zor û zehmetiyan bibin. Jixwe wê xema wan hêzên tundrew û kastîk jî nebe. Ji ber ku rola wan ya bingehîn ew e serweriyê bikin û dema ku serweriya wan dikeve xeteriyê de hema wehşî dibin, şer û pevçûn tê bîra wan û gel jî di nav wan de perîşan dibin. Lê cardin ez dibêjim çareseriya bingehîn di hêza gel de ye û wê tekez ew jî bi rêbazên aştiyane û demokrasiyê wê werin çêkirin. Ez bawerim gelan û nexasim jî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê perspektîfa xwe girtine û rêya xwe nas kirine.

Pêwîst e gel xwe bikin yek û têkoşîna xwe ya ji bo aştî û çareseriya demokratîk bilind bikin. Divê xwe ji her hêlê ve amade bikin. Hewce ye were dîtin ku me jî weke gel pir şer kir û gerek bû ku em şer bikin. Lê tekez divê şer ji sînorê xwe derbas nebe û nebe dijberê hedef û armancên xwe. Niha jî em dibînin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû hêza xwe daye çareseriya demokratîk. Heke dewleta Tirk xwe ji rewşa xwe ya heyî xelas neke wê çareserî bixetime. Lê ya giring li vir jî ew e em Rêberê xwe fêm bikin û xwe li gorî wê amade bikin. Dibe ku li Bakur jî û li Rojava jî şer dest pê bike. Divê em hazir û amade bin. Gerek em dev ji gazinc û loman berdin. Her çiqasî em aştîxwazin jî neyar û xerîmên me şerxwazin. Em ê jî serê xwe li ber wan tekez netewînin. Em xwedî ezmûna şerê 47 salan e. Li gorî berê hîn zêdetir em hazir in û xwedî derfetin.

Qet gerek nake ku Tirkiye û Suriye wiha texmîn bikin ku gelê Kurd lawaz bûye. Li gorî nêrîna min û dahûrandina ez dikim, weke tevger û gel ji berê hîn zêdetir em amade ne. Ji bo me rewşa bê şer a heyî weke navberekê pir baş bû û em dikarin şer bikin. Divê were zanîn ku em xwedî niyetên baş in, lê dewlet ji vê bawer nakin û careke din xwe li me radikişînin. Li gorî nêrîna min wê careke din poşman bibin û pişta stûyê xwe bixurînin.  Lê wê feyde neke. Divê Tirkiye gavên zagonî bavêje û xwe ji rewşa temaşeker a şerê Emerîka û Îranê derxe. Eger wiha neke jî wê li xisarê be û wê weke her carê şer ji Nû ve dê dest pê bike. Wê çaxê jî wê her kes loman ji wan bike. Ji ber Rêber Apo erka xwe pêk anî û zêdetir jî. Rêber Apo her got û pêk jî anî. Niha jî li ser wan maye. Heke hişê xwe bînin serê xwe wê gelekî baş be, naxwe dibe ku Rêber Apo xwe bi temamî ji navberê bikişîne û wê gerîla jî dest bi şer bike. Wê şer jî ne ji feydeya her du gelan be.

Em weke gelê Kurd hew zilmê qebûl dikin. Ev jî pir baş zelal e û em ê heya dawiyê mafên xwe biparêzin. Jixwe yekîtiya me jî weke gel pêş dikeve. Em ji xwe bawer in. Di ku derê de zirav be, bila bibe. Ji ber ku me carekê biryar daye û em ketine nav. Jixwe şer wiha ye. Navber jî hene û carinan derbe xwarin jî heye. Lê careke din bi ser xwe ve hatin jî heye. Gelê me jî bûye yek û ev jî çavkaniya hêzê ye. Jixwe ji berê de hatiye gotin ku eger miletek rojekê jiyanê bixwaze, tekez wê qeder jî jêre pêk bîne. Em jî îro xwedî biryarin ku weke gel azad bijîn û tekez wê qedera me jî bersivê bide û wê serkeftin ya gelan be. Yan serkeftin, yan serkeftin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button