Rêbertiya me konsepta êrîşan pûç kiriye

Dema mirov li bloka şer û gengeşiya li cihanê rû dide binêre, mirov dibîne ev şer her diçe gur û geş dibe, pergala serdest û modernîteya kapîtalîst ji her milî ve ketiye nava kaosê.

Laleş Êzîdî

 

Dema mirov li bloka şer û gengeşiya li cihanê rû dide binêre, mirov dibîne ev şer her diçe gur û geş dibe, pergala serdest û modernîteya kapîtalîst ji her milî ve ketiye nava kaosê. Ji ber vê sedemê êrîşî hebûn, çand, xweza û baweriyên gelan dike. Di van êrîşan de berdêla herî zêde jî jin û ciwan didin. Ji her milî ve jin rastî êrîşên kuştin, şîdet û destdirêjiyê tên.

Ciwan jî bi polîtîkayeke welê zirav a êrîş û helandinê re, rûbirû ne. Pergala serdest bi kurkirina krîz û şerê li cîhanê re herî zêde bandora xwe li ser Rojhilata Navîn kiriye. Pêla nakokiyan û şerê li Rojhilata navîn jî her diçe gur û berfireh dibe. Li hêlekê şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam dike, li hêla din êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îran, Sûrî, Hîzbullaha Lubnanê û Hûsiyên li Yemenê bênavber didomin. Ya mirov fêm dike ev e, di rastiyê de ev ne şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ye. Ev şer şerê di navbera dewletên serdest ên mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de ye.

Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî di şexsê Rêbertiya me de dixwaze tecrîd û êrîşên qirkirinê li ser gelê me pêk bîne. Bi girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo re êrîşên li ser gel, xweza, çand, bawerî, aboriya gelê me û gelên herêmê jî pêk tîne. Ev bû 4 sal in ti agahî ji Rêbertiya me nayê girtin. Rêbertiya me di bin zext, tecrîd û êrîşên herî giran de berxwedana rûmet û azadiyê didomîne, bîrdoziya azadiyê ya Rêbertiya me heqîqeta gelê me û hemû gelên aştîxwaz yê cîhanê ye. Ji ber vê sedemê hemû gelên baweriya xwe bi bîrdoziya Rêbertiya me tînin, ji her demê zêdetir lê xwedî derdikevin û azadiya Rêbertiyê mîna azadiya xwe dibînin.

Ev pêvajo ji her demê zêdetir zehmet û giran e. Êrîşên îmha û qirkirinê li tevahiya Kurdistanê bênavber û bi taybet li dijî gelê me berdewam dikin. Dagirkeriya Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî êrîşên, bi çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne, dixwaze ji her milî ve qadên me yên têkoşînê tecrîd bike û ji hole rake. Li hêla din jî êrîşên neteweperest û faşîzan e li dijî ziman, çanda û nasnameya gelê me pêk tîne. Pergala faşîst a Tirk û saziya şerê taybet dixwaze li hêlekî civak û gelên ji têkoşîna partiya me û bîrdozîya Rêbertiya me bawer dikin, bide dûrxistin û li aliyê din jî bi zêde kirina sîxur, ajan û cerdevanan dixwaze şerê navxweyi yê Kurd bi Kurd bide meşandin. Jixwe faşîzma Erdogan-Bahçelî siyaseta îmha û qirkirinê didomîne. Bi wê ve girêdayî jî xwezaya Kurdistanê talan dike û dişewitîne.

Xeta xiyanetê ya PDK’ê û mala Barzanî, Başûrê Kurdistanê kirine mîna wilayeteke Tirkiyeyê. Di bin parastin û serweriya PDK’ê û mala Barzanî de roj nîne ku sewqiyatên leşkerî yên dagirkeriya Tirkiyeyê neyên kirin. Nokertî û dijminahiya PDK û xiyaneta malbata Barzanî li dijî vîn û kerameta gelê me derketiye asta herî jor. Rastî û dijminahiya PDK’ê û mala Barzanî li dijî Rêbertî û Partiya me, dijminahiya li hemberî hemû gelên herêmê û mirovahiyê ye. Ji ber bi saya Rêbertî û partiya me ev rastiya xiyanetê ya PDK û mala Barzanî ji her demê zêdetir derketiye hole.

Hemwextî şer û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê ku li dijî partiya me tên kirin, dewleta Iraqê û dadgeha wê bi girtina her sê partiyên me PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê yên têkoşîna azadî û wekheviyê gelan dimeşînin re, rûyê xwe yê kirêt raxist ber çavan. Iraq jî bi awayekî xasûk tevlî şer û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkariya xeta xiyanetê ya PDK’ê û mala Barzanî bûye.

Dewleta Îranê jî êrîş û tundiya xwe li dijî gelê me kêm nake. Piştî serhildana “Jin jiyan azadî” ji her demê zêdetir êrîşî bîrdoziya Rêbertiya me dike da ku heyfa xwe hilîne. Jin û ciwanên Kurd bi dar ve dike, biryara girtin û darvekirina kadroyan û gelê me jî weke yek ji êrîş û dagirkeriyê ye ku tê berdewamkirin.

Dîsa hemwextî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rejîma Sûrî jî konsepta êrîşan û ajantiyê jî bênavber li ser herêma me dide meşandin. Bi şer û êrîşa li Dêra Zorê armanc dikir ku gelên herêmê li dijî rêxistin û rêveberiya me bide derxistin, zemîna tinekirina destkeftiyên şoreşa me ji bo xwe bide avakirin.

Dijmin li beramberî hemû êrîş, zext û tecrîda girankirî jî nikare encamê bigire. Di serî de berxwedana rûmetê ya Rêbertiya me û gerîlayên azadiyê, hemû konseptên êrîşkar ên hêzên serdest vala derxistiye. Berxwedana gelê me li her cihê ku lê ye bênavber didome. Gelê me her tim di civîn, meş, bîranîn û çalakiyan de dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û gerîlayên azadiyê re nîşan daye û xwedî nirxên şoreşa xwe ye.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button