“Li Kurdistanê Hezkirin Hatiye Qetilkirin”-3
- Rêber APO dibîje, ger ku sehaya serokatiyê hinekî dîtir we azad dike, sedemê vê hêza baweriyê bidestgirtin e. Sehaya serokatiyê, çalakiya azadiyê hindek pêş de biriye, jinê pênase kiriye, azadiyê pênase kiriye. Vê bi çalakiyê pêş ve biriye.
“Ez polîtîkayê bi rê ve dibim. Di ve mijarê de wek we nikarim terkeserê qeyranê bikim. Ez di bin navê “Têkiliya min a taybet de’’ nikarim xwe hilweşînim û bûyeran biafirînim. Min, hemû teşeyên têkiliyan, polîtîkayê û heta xebatên leşkerî dame xurtkirinê. Bila li ba dahûrandina her tiştên ku hun dijîn, binkeya siyasî û leşkerî jî xurt bibe. Pir kêm heval dîqatê vê dikin. Mînak, derkete rastê ku azadbûna jinê tevkariya gerîla ye. Pêşiya artêşbûnê vekirin, çalakiyeke wisa ye ku di cîhanê de pir hindik şoreşan pêk aniye. Min ji vê re wêrekî nîşan da. Min got, “pêwîst e mirov wêrekî nîşan bide ku wê jin di gerîla de karibe rol bileyize ango di artêşbûnê de karibe cî wergire.’’ Lê, min çawa wêrekî nîşan da? Min vê wêrekiyê bi çî ve girêda? Azadiyê ve û bi çalakiya azadiya jinê ve. Niha me hêza şidiyayî ya jinê hindek daye avakirin. Lê gelek kes hê xwe negihandine vê. Zêde qîmeta vê nizanin, nikarin bibin çare. Ev gelşeke cuda ye, lê serokatî di şênberiya xwe de vê çareser kiriye. Em, di vê mijarê de wêrekî didin partiyê û we hemûyan. Ev, hinekî dîtir we azad dike. Ger ku sehaya serokatiyê hinekî dîtir we azad dike, sedemê vê hêza baweriyê bidestgirtin e. Sehaya serokatiyê, çalakiya azadiyê hindek pêş de biriye, jinê pênase kiriye, azadiyê pênase kiriye. Vê bi çalakiyê pêş ve biriye. Ji ber wê yekê pê tê bawerkirin û ji ber ku bawerî pêk tê, azadîxwaz jî hindek diponijin.
Li Vê Derê Riya Erzan Nîne
Hunê pala xwe bidin vê û hinekî dîtir, li ser azadiyê biponijin. Dîsa li vê derê riya erzan nîn e. Wê kesayeta we wergir qezenc bike. Wê di aliyekê de bibe siyasî, bibe leşkerî, di aliyê din de jî, wê xwe bigihîne piroziya hestan û azadiya têkiliyan. Hunê, li hember wan bermayên ku we di kevin de jiyaye, bi serkeftin dawî lê bînin û asteke pêşketîtir bigirin. Heta hunê, di vê mijarê de estetîka xwe pêş bixin. Hunê vê bi teşeykê kulîlkbûna şoreşê pêgirê nirxandinê bikin. Bi kurtasî me got, şoreşgerek bi van aliyên xwe ve jî mijul dibe, xwe xurt û temam dike.Da ku ev gotûbêjên me di taybetmendiya watedar û pêşxistinkar de bin, ya/ê dibêje “Ezê bibim milîtan, di vê de biryarmend im’’ divê li vê binêre. Pêwîst e xwe bigihîne hêza birêvebirina vê. Ez, li pratîka we hemûyan ya di bingehê nêzîkatiyên kevneşopî de dinêrim, di teşeyên qeyranan de encaman dertînin. Gelek heval azwerî û hestên xwe yên azadiya jinê ger fersend bibînin wê ber bi cukên şaş ve biherikin. Dikarin bi serdestiyê ve encam bigirin. Dikare bi serdestiya zilam bibe, bi hestên jina kole barkirî bibe. Yek jî dikare pir taybet bibe. A herî girîng ku girêdana xwe bi peywirên bingehîn ve nebe, dikare di teşeyekê pir zêde nepixandî de derkeve rastê. Dibe ku aliyê estetîk qet tune be. Dibe ku aliyê civakîkirin, netewîkirin û welatparêzîkirin di pîlana duyemîn de bimîne. Bi rastî jî hemû hindek wisa çêdibin.
Ez Çalakiya Xwe Didomînim
Tebî em, li hember van rexnedar in. Em, ji têkiliyên wisa re di nava partiyê de, îcar di nava artêşê de zêde cî nadin. Rast tevlî bibin û azad bibin. Bi azadbûyînê ve têkiliyên watedar dikarin bên pêşxistin. Lê ev çendî zor e, çi çalakiyeke mezin bi xwe re pêwîst dike eşkere ye. Niha tê zanîn, gelek hevalên me vê sehaya têkiliya azad înkar dikin, dapaçîn dikin, fersend nadin azweriyên pîroz, hinekî din jî averê dikin. Ev hemû zêde watedar nîn in. Ez çalakiya xwe didomînim. Jina ku bi xwe bawer e, helbet emê fersend bidinê. Her ku em dixwazin hewqas hevgirtî bimînin, hingê emê cî bidin azadiya jinê. Bila pala xwe bidin zemîneke azad û xwe bigihînin derbirîneke azad û xwe bigihînin derfeteke çêtirdîtina azad. Lê zewacên erzan, hestiyariyên erzan çespandin, bi ya min pir metirsî ye. Dixwaze bila bingeh ji jinê bigire, bila ji zilam bigire mijara cî nedayîna vê bi hostatî pêşxistin girîng e. Ev, herî zêde xwedî şensê ji tevgera azadiya jinê re zemîn û riyekê wergirtin e. Di vê mijarê de bi taybetî hunê hinekî din biramin. Wê ji azadiya we re baweriya we pêş bikeve. Hunê, hem pênasekirina xwe de, hem di meşandina xwe de hêz qezenc bikin. Ev, helbet wê we ber bi helwestên xurt; li hember serdestiya zilam dibe, li hember ketîbûna jinê dibe, we bîne şûngeheke xurt. Wê hingê wate û girîngiya têkiliyên li ser vê bingehê hebe.”
Dê berdewam bike