Gaziyên şer şehîd Zîlan bi bîr anîn

Gaziyên şer li hemû qadên Rojava şehîd Zîlan bi bîr anîn û soza bilindkirina têkoşînê dan.

Gaziyên şer li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê bi wesîleya 30. salvegera şehadeta pêşenga jinan Zîlan civînên bîranînê li dar xistin.

Di civînên bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir de, nameyên şehîd zîlan hatin xwendin û sînevîzyon hatin temaşekirin.

Piştre li ser wateya rojê axaftin hatin kirin. Gaziyên şer di nirxandinên xwe yên têkildarî şehîd Zîlan de diyar kirin ku Tevgera Azadiyê di pêşengiya Rêber Apo û şehîdên bi fikir û felsefeya Rêbertî di nav berxwedanê de cih girtin pêş ket û gotin, “Em ê timî xeta Zîlan û Bêrîtanan ji xwe re esas bigirin. Zîlan ji bo me israra di jiyana azad de ye.”

Gaziyên şer destnîşan kirin ku wê armanc û hêviyên şehîdan tekez bi serketinê tacîdar bikin.

Bîranîn bi dirûşmên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bûn.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button