Kesayeta bi kok, kesayeta serkeftî ye
Evîn Ehmed

Mirovê ku dîroka xwe nas neke, wê pêşeroja xwe jî nas neke. Kesê ku li ser dîroka xwe serwext nebe wê xwedî kesayetek belav û bê teşe be. Wê di jiyana xwe de ne xwedî sekneke bi îstiqrar be, wê ne xwedî rêgez û bawerî be. Ev rastî vê bersivê radixê pêşiya mirov. Naskirina dîrokê meseleyeke heyatî ye. Kesê dîroka xwe nas neke xwe jî nas nake. Eger em bên ser kesayeta Kurd, bi çend mînakên şênber em ê vê rastiya behsa wê dikin baş bibînin. Em ê bibînin ku kesayeta Kurd her tim du tiştên dijberî hev û bi nakok bi hev re dijî. Ka bila her kes vê pisê ji xwe bike. Gelo di kesayetê de taybetmendiyên komînal serwext e yan jî taybetmendiyên dewletê (deshilatdariyê) hakim e. Helbet dê bi vî awayî were dîtin.
Hişmendiya komîn û hişmendiya dewletê bi hev re di kesayetê de tê jiyîn. Çima nikarê were jiyana komîn? Ji ber mejiyê dewletê-deshilatdariyê xwe li dora mejiyê wî pêçaye. Ji lewra ji bo bibe mirovek komînal zehmetiyê dikşîne. Ya din jî behsa azadiyê dike, lê ti pêwendiya şêwazê jiyana wî bi azadiyê re tineye. Heta tu bibêjî di nava koletiyê de fetisiye. Ji lewra ji hêza xwe bê bawer e û her tim çarenûsa xwe disipêre hêzeke derveyî xwe. Dibêje ez ji welatê xwe hez dikim, lê dixwazê ew welat bi hêzên derve bê parastin. Ma qey mirov mala xwe emanetî dizan dike? Bi vî aqilî û bi vî hişî çawa welatê te wê bê xweşkirin û parastin. Tenê mirov dikarê bêje ku ev welat wê bibe para gur û dizan. Xwediyê vî aqilî bê ku haya wî jê hebe xizmetê ji dijminê xwe re dike û ev felaketan bi xwe re tîne.
Di roja me ya îro de ev kesayeta mijara gotinê, ji dijminan bêhtir zerarê dide civaka ku bi xwe di nav de mezin bûye. Bi kesayeta xwe ya kevnar, paşverû, kole, tirsnak û berjewendîxwaz, ne di ferqa Kurdbûna xwe de ye. Li pêşiya welatek azad û demokratîk her tim kelema herî tûj û metirsîdar e.
Di rastiyê de kesayeta bê bingeh û ne dîrokî, kesayeta hilweşiya ye û bi nakok e. Mîna tavên biharê ye. Kengî kêfxweş e, kengî xemgîn e nediyar e. Kengî dost e û kengî dijmin e ew jî ne diyar e. Îro li kêleka gelê xwe ye, lê sibe li dijî gelê xwe ye. Îro di Kurdistanê de mînakên vê kesayeta hilweşiyayî û bê rêgez gelek in.
Li Rojavayê Kurdistanê demekê hin kes hebûn xwe xwediyê şoreşê didîtin. Her roj di merasîmên şehîdan de destên wan li hewa bûn û digotin, “Şehîd namirin, şehîd ronahiya rêya me ne.” Di meşan de digotin, “Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok APO, Jin Jiyan Azadî.” Lê dema dijminan gef li wan xwarin û çend gotinên bê bingeh û ji rastiyan dûr li ser medya mecazî belav kirin, van kesan bawer kir, dev ji doza xwe ya neteweyî, ked, şehîd û Serokatiya xwe jî berdan. Vêca ya herî bi êş çi ye? Wan ne tenê xwe dane paş, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û erzan, xwe dan kêleka dijminê xwe. Ziman dirêjiyan dikin, dev diavêjin nirx û destkeftiyên ku bi berdêlên gelek giranbiha ava bûne.
Dev diavêjin Rêbertiya ku jiyana xwe di oxira avakirina jiyanek azad de, ji bo wan û zarokên wan feda kiriye. Dev diavêjin şehîdên ku bêteredut canê xwe kirin çeper ji bo parastina vî welatê ku ew û zarokên xwe têde dijîn. Ew kesên wiha bê wijdan û ji zanebûnê bêpar, dûrî hemû nirxên mirovatiyê ne. Ew kesên wiha ne ku xwe winda kirine . Ev kes pêwîst e biçin li xwe bigerin, li koka xwe bigerin da ku xwe bibînin. Ev neyên xwe ne yên xwe. Ev niha yên dijmin in. Yên hinek dinê ne. Kêmekî be jî ev kes bila herin li ser têgeha xwebûnê bihizirin û lêkolîn bikin. Ji ber heta têgihiştin çênebe pêkanîn jî çênabe. Ya ku hêja ye mirov balê bikişîne ser jî ev. Xwediyên vî hişî ne di ferqa encama sekna xwe de ne. Di vê mijarê de hêja ye mirov gotina Rêber APO jî bi bîr bîne. Di kesayeta we de dijmin binkeftinê li ser me ferz dike. ji lewra wekî Kurd girîng e ku kesayet xwe di ber çavan re derbas bike, biguhere û nû bike. Kesayeta bi kok, kesayeta serkeftî ye. Pêwîstî bi xwegihandina kesayeta bi exlaq û polîtîk heye.
Niha bi kesayeta ku xwe ji xwebûna xwe bêrî kiriye û bûye ya dijberan civak nikare bê avakirin. Bi vê kesayetê di mijara entegrasyonê de bi dewletê re jî karkirin wê encamên erênî bi dest nexê. Rast e pêvajoya şer bi dawî bû. Eniya şer nema. Lê di nava dewletê de wê cebaha şerê hişmendiyê berdewam be. Ji lewra eger civak di warê hişmendî de xwe ava neke wê nikaribe dewletê bîne rêya rast. Berevajî wê di nava dewletê de bihelê. Lewma pêwîst e kesayet xwe biguhere û di xwe de şoreşa zîhnî çêbike. Ew kesên xwe windakirin e jî divê li xwe bigerin û xwe ji çeperên dijminan dûr bixin. Hewce ye bibin yên xwe. Ji ber tu çi bikî, tu bibî dostê dijmin jî, wê dijmin te weke dostê xwe nabîne û baweriyê bi te nayîne. Ji lewra ya herî baş û aqilane ew e ku her kes xwe ji nû ve bigire dest, guhertin û avabûna kesayeta xwe weke karê herî bingehîn bibîne.




