Em zarokên şoreşê ne
ZEYNEB ZÎLAN

Binivîse ey pênûsa QSD’ê li ser 19’ê Tîrmehê, roja ku îrade ji nav agir çêbû.
Binivîse ku Hêzên Sûriya Demokratîk ne tenê çek bû, lê xewna gelekî bû ku biryar da li ser axa xwe azad bijî. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de, me zincîra yekem li Kobanê şikand, û me ji cîhanê re got: Li vir Sûriya Demokratîk dest pê dike, Sûriya gelan, ne Sûriya zordaran.
Binivîse ku QSD soza şehîdan e. Ji berxwedana Kobanê heta Efrînê, ji Dêrezorê heta Reqqayê, her devera me azad kir bi xwîna hevalên me hat nivîsandin. Me şer nekir da ku em azad bin, me şer kir da ku em biparêzin xak û gelên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen; jin û zarok û mafê jiyanê.
Binivîse ey pênûsa QSD’ê ku 19’ê Tîrmehê ne bîranîn e, lê sozek nûjenkirî ye. Soz e ku em bibin mertalê vî welatî, nehêlin tarîtî vegere, ne DAIŞ ne jî zordarî. Soz e ku em rêveberiyeke xweser ava bikin ku tê de biryar ya gel be, ne ya yek desthilatdarî.
Binivîse ku QSD dibistan e. Fêrî me kir ku çek diparêze, lê raman ava dike. Hêz bêyî projeyê dibe zordarî, û me projeya biratiya gelan hilbijart. Ji çeperên berxwedanê heta saziyên rêveberiyê, me bi destekî çek û bi destê din pênûs hilgirt.
Vêca binivîse ey pênûsa QSD’ê, û şahid be ku em li ser rêya 19’ê Tîrmehê dimeşin. Heke hewl bidin me bişkînin em ê hîn hişktir bibin, û heke me dorpêç bikin em ê ji dorpêçê pirekê ji bo azadiyê çêkin. Em zarokên vê şoreşê ne, em jê çêbûn, û em ê xiyanetê li xwîna wan ên ku ji bo wê ketin nekin.
Bijî Hêzên Sûriya Demokratîk, bijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şehîd namirin.




