Gaziyên şer perwerdeya xwe ya li ser Manîfestoyê didomînin

Gaziyên şer ên parêzgeha Hesekê vê hefteyê jî perwerdeya xwe ya li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam kirin.

Ji bo gaziyên şer ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve li ser esasê nirxandinên Rêber Apo yên di Manîfestoya Aştî û CivakaDemokratîk de hefteya borî dewreyeke perwerdeyê ya dorveger dest pê kir. Vê hefteyê jî gaziyan beşek ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xwendin û piştre nirxandin kirin.

Gaziyên şer ên beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku di vê pêvajoya ku li cîhanê û Rojhilata Navîn şer û pevçûn dijwar bûne de fikrên Rêber Apo ji bo çareseriyê pir girîng in û gotin, “Rêbertiya me bi salan e ji bo gelên Rojhilata Navîn di nav aştî û aramiyê de bijîn tehlîlên pir hêja kirine û ji bo vê pêk bîne jî têkoşîneke muezem dide. Dema mirov Manîfestoyê dixwîne dibîne bê hêza gel û civakên rêxistinkirî çiqasî xurt e.”

Gaziyan bal kişand ser salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî û ev anîn ziman, “Ev 14 sal e li Rojava û piştre li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gel û bawerî li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertî bi xwişk û biratî dijîn. Em bawer in eger fikir û felsefeya Rêber Apo di nav gelan de pêş bikeve, wê gel û civak karibin dawî li şer û pevçûnên dewlet û hêzên hegemon li ser herêma me ferz dikin bi dawî bikin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button