Xwedawenda evîna hestan

Laleş Êzidî

 

 

Pelzerîna gul û xunava min

Hêviyên hestên delal

Tu yî navdar û rûgeşiya stargeha min

Rengîn û pelîzerê

Dergûşa xewnên min ên veşartî

Xweziya min bi te ye

Tu rojekê bibî mêvanê siroşgeha min

Nana nepirse û nebêje

Ka kî ye dildar û beybûna min

Pelîzera gulan

Kaniya çemên nazdar

Xwedawenda evîna hestan

Kanî ew wijdanê xwe li ber xweşikbûna te

Dilxweş nake û nebêje çendî evîndar bûn

Malovana ferîştok û sazmana stargeha min

Pelzerî û gulfiroşa zerîn

Ka tu bêje vaye gurzê evîndarên nazdar

Deryaya ji nava hestan

Ax û gerdûna dilê birîndar

Şêrînok û gulbihara hestên delal

Vebijêrk û bihara ava deryayan

Ez îro bûme esîrê hêvî û beybûna te ya delal

Pelzerîna gul û xunava nazdar

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button