Cejna Qurbanê li hemû alema Îslamê pîroz be
Emel Welat

Di hemû ol û civakan de rojên pîroz û girîng hene. Di rojên diyar ên salê de gel wan rojên xwe pîroz dikin. Cejna Qurbanê jî yek ji wan rojên wiha ye ku alema Îslamê bi coş û kêfxweşî pîroz dike. Di cejnên welê de bi piranî zarok kêfxweş dibin. Bi cil û bergên xwe yên nû, serê sibehê zû radibin, bi hevalên xwe re mal bi mal digerin. Li deriyên malan didin, cejna malbatan pîroz dikin û şekirên xwe kom dikin.
Bêguman cejn ji bo kesên mezin jî wesîleya aştiyê û hatina gel hev e. Gelek kesên ji zû ve hevdu nedîtine bi wesîleya cejnê hevdu dibînin.
Kurd bi salan e cejnên xwe di nav şert û mercên zehmet ên şer û pevçûnan de pêşwazî dikin. Çend rojan be jî bi wesîleya cejnê dilê zarokên xwe, dapîr û bapîrên kêfxweş dikin.
Di cejnan de mirov diçin pakrewangehan, şehîdên xwe bi bîr tînin û soza xwe ya berdewamkirina têkoşînê ji wan re nû dikin. Ji ber şehîdên me rûmeta me ya mirovahiyê ne û wê her ji bo me ronahî û pêşeng bin. Em jî şagirt û şopdarên wan in.
Gelê Kurd ê bi salan e ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîn dike, bi saya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bûye xwedî vîn û nasname.
Bêguman divê em hew vê firsendê ji destê xwe berdin. Divê em xwe bikin yek û bi hemû gelên herêmê re jî yekparebûn û hevgirtina xwe çêbikin. Hewce ye em di nav wan de kar û xebat bikin. Di salên derbasbûyî de me her digot ku em yekîtiya gelan çêdikin. Me xwe gihand gelên din jî. Lê bi qasî tê xwestin me fikir, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo neda wan.
Niha jî qet dereng nîne. Divê em ji dil û can xebat bikin û fikrên Rêbertiya xwe di nav gelan û jinan de pêş bixin. Yekîtiya gelan û pêşxistina paradîgmaya Rêber Apo ji bo her pirsgirêkê derman e.
Hemû mirov ji Hewa û Adem çêbûne, lê hişmendiya Habîl û Qabîl ku ji bo hesûdiyê yek yê din dikuje, kuştina mirovan ji hevdu re çêbûye. Tekez rewa nîne û ne jî di xwezaya mirovan de heye ku hevdu bikujin. Hesûdî, desthilatdarî û ferdperestî mirov bi destê mirov didin kuştin.
Rêber Apo hewl dide dawiyê li şer û tundiyê bîne, mirovan hemûyan bike yek û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê bi encam bike. Niha jî serdema wê hatiye ku em xwe weke netewe ji qurbanîkirine rizgar bikin, mirovan û sewalan jî ji qirkirinê rizgar bikin.
Bi ked, berxwedan û têkoşîna Rêber Apo, şehîdên şoreşê, bi serhildan û çalakiyên gel wê şoreşa Kurdistanê bigihêje serkeftinê. Wê roja gelê me ji nû ve bilind bibe û ronahiya xwe bide hemû Rojhilata Navîn û cîhanê.
Di serî de malbatên şehîdan û gaziyên şer Cejna Qurbanê ya hemû gelên herêmê û alema Îslamê pîroz be.




