Xwişka min Diljîna min
HELBEST

Rojek reş bû
Çavên min giriyan
Xwişka min çû gihişt karwan
Bû bûkeke çeleng ê bêtirs
Li ser çiya
Di nav berf û baranê de
Xwişka min
Diljîna min
Egîda min
Tu çûyî
Lê çavên me li rê
Bê te şevên min tarî û kûr
Bê te dinya weke qada şer
Te ji bo welat canê xwe da
Tu bû ronahî li şeva me
Navê te li ser zimanê her Kurdî
Tu rûmeta me
Tu şanaziya me
Xwişka min “Ruha”
Şehîda min a şêrîn
Cihê te bihuşt
Aramî li ser gora te be gula min
Em şopdarên te ne heta hetayê
Tu di dilê me de her heye
Diljîna min biçûka birayê xwe
Şehîda min




