Pêwîst e jin bi reng û dengê xwe bijî

Hêvî Dêrik

Jin û jiyan du têgînên heman wateyê îfade dikin. Ew du têgînên di zikhev de ne û ti carî ji hev nayên qutkirin. Lewra nêzîkbûna ji jinê re, di heman demê de nêzîkbûna ji bo jiyanê ye. Niha hinek dibêjin, “Em nirx didin jinê û ji jinê hez dikin”, lê nêzîkbûn û tevlîbûna wan a ji jiyanê re seqet e, jiyan ji bo wan bêwate û erzan e. Ev kesayet yan jî zilamê bi vî rengî nirx nade jiyanê, hezkirina wî ya ji jinê re jî ji derveyî xapandin û berjewendiyan tiştek din nîne.

Eger em dibêjin ku jin jiyan e, wê demê pêwîst e em li hEmber vê jiyanê baldar û bi rêz bin. Heke  bê gotin ku jin jiyan e û li kêleka vê hemû rojê vîna wê bê şikandin, bê kuştin, hemû rojan li ser nasname û bedena wê êrîş bên kirin, ev dibe bêexlaqî û bêrêziya li hember jiyanê. Ji lewra di vê der barê de Rêber Apo jî got, êrîşa li ser jinê di cewherê xwe de êrîşa li ser jiyanê bi xwe ye. Ev nêrîn pir bi zelalî dide nîşan ku jin û jiyan di cewherê xwe de heman wateyê îfade dikin.

Di heman demê de enerjiya jin enerjiya jiyanê ye. Çawa enerjiya jiyanê nasekine, her tim di nav livûtevgerê de ye û diherike di jinê de jî heman tişt e. Enerjiya wê ti carî nasekine û nacemide, eger ew enerjî neyê hepskirin. Lê mixabin îro eger jiyan di gelek milên xwe de hatiye cemidandin û rastî gelek pirsgirêkan tê, sedema xwe ya bingehîn jî ew hepskirina enerjiya jinê ye. Di bin gelek navan de ji bo jinê sînor hatine danîn. Bi zagonên namûsê di nava çar dîwaran de hatiye dorpêçkirin. Bi temamî ji cewher û ji hêza xwe hatiye dûrxistin û mehrûmkirin. Serkêşên hişmendiya pergala deshilatdar û zayendperest, di şexsê jinê de jiyan xeniqandine û bê nefes hiştine. Yek ji sedemên lawaziya ruhê komînalbûyînê di nava civakê de, lawazkirina rola pêşengiya jin a di nava jiyanê de ye. Ji hêla din ve jî reşkirin û biçûkdîtina rista wê ye.

Bêguman lawaziya exlaqê di nava civakê de jî ji heman sedemê çavkaniya xwe digire. Bi kinasî em dikarin bêjin ku niha civak di rewşa hilweşînê de ye. Ji ber civaka ji exlaq bêpar, mehkûmî binkeftin û hilweşandinê dibe. Em digihêjin vê encamê ku jin û jiyan yek e. Lewma lawazkirina jin û kuştina nasnameya jinê, lawazkirin û kuştina jiyanê ye.

Ji bo misogerkirina vê rastiya em behsa wê dikin, di serdema civaka xwezayî de civakbûn li dora jinê hatiye avakirin. Bêguman sedemê xwe jî taybetmendiyên jinê yên nêzî xwezayê bûn. Jin berhemdar û afirîner bû. Xwedî dikir, zêde dikir, xweşik dikir, hez dikir û hwd. Niha ji ber dora jinê hatiye valakirin û hatiye tecrîdkirin, civakbûn jî lawaz bûye. Lewra ji bo ku civak vegere xwezayîbûna xwe û rewşa xwe ya civakbûnê, pêwîst e enerjiya jin û îradeya wê neye hepskirin. Di heman demê de divê ji rewşa objebûnê derkeve û di nava hemû qadên jiyanê de aktîf bibe. Pêwîst e jin bi reng û dengê xwe bijî. Çawa pêwîst e neteweyek bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî, neteweya jin jî divê bi nasnameya xwe bijî. Eger ku îro neteweya jin tê înkarkirin, asîmîlekirin, tê wateya ku jiyan, xweza û mirovahî rastî metirsyên mezin in. Lewra ji bo ev metirsiya mezin li ser mirovahiyê bê rakirin, pêwîst e di şexsê jinê de jiyan bê parastin û rêz jêre bê nîşan dan.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button