YPJ temînat û garantiya hemû jinan e
Gaziya şer Ezîme Kobanê

Ez gelekî matmayî dimînim û pirseke wiha tê hişê min. Ez ê ji we jî pirs bikim. Ji destpêka têkoşîna xwe ve her gumanên Rêber Apo li hemberî amûra dewletê heye, di fikir û ramanên xwe de her dîtiye ku dewlet li ser gelan zext û zordariyê dike, ferq û cudatiyê dixe nava gelan û bê edaletiyê pêk tîne.
Her wiha dewlet pir neketiye rojeva gelê Kurd jî. Lê çima niha û nexasim jî piştî şerê li Rojava ewqasî dikeve, rojevê û gelo sedema xwe çi ye? Ez weke gaziyeke şer di qinyata xwe de zelal im û dizanim ku dewlet li ser civakê amûra zextê ye. Dewlet sedema hemû pirsgirêkên heyî yên civakê û jinan e.
Bi demê re û piştî şerên îro li cîhanê tên meşandin, di nav pîvanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de wiha li mirovan tê ku dilê mirov ji dewletê û siyaseta wê ya qirêj bixele. Jixwe dewlet tiştekî wiha ye ku zindî nîne û tenê weke amûrekî hatiye bikaranîn.
Desthilatdar ji bo xwe berdewam bikin û roj bi roj xurt bikin, hezar û yek teoriyan çêdikin. Lê mixabin hîn jî hinek kes û beş siyaseta şerê taybet a desthilatdaran baş fêm nekirine û her ji bo dewletê canê xwe dibihurin.
Divê em weke gelê Kurd xwe bikin yek û li welatê xwe bi awayekî azad bijîn. Divê em xwedî vîn û nasnameya xwe bin. Ji ber dagirkeran cîhana me reş kirine. Em îro hişyar bûne û me xwe nas kiriye. Hew kes dikare me bixapîne û me bike yê xwe. . Dem dema azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Roj roja yekîtî û hevgirtinê ye.
Divê Kurd hemû bizanin ku demokrasî û xweserî ji bo wan rizgarî û çareserî ye. Hewce ye em feydeyê ji ezmûna 54 salan a di pêşengiya Rêber Apo de tê meşandin bigirin û bi hemû hêza xwe ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk têkoşîn bikin. Pêwîst e, em haj li neyar û fesadan hebin da ku em careke din nekevin xefka wan.
Di vê pêvajoyê de yek ji rojeva herî girîng jî ew e ku li ser bingehê entegrasyona di navbera Hikûmeta Demkî û Hêzên Rojava de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) were qebûlkirin. Di şoreşa Rojava û têkoşîna li hember çeteyên DAÎŞ’ê de şervanên YPJ’ê pêşengî ji heval û hogirên xwe re kirin. Di vê têkoşîna destanî de bi hezaran heval şehîd û birîndar bûn.
Li ser vî esasî weke hevalekî gaziya şer ez bang li tevahî gelên herêmê dikim ku xwedî li YPJ’ê derketin. Ji bo serxistina kampanyaya Platforma Çalakiyên Hevpar a Jinan, bi armanca piştgiriya ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), dan destpêkirin bi hemû hêza xwe bixebitin. YPJ temînat û garantiya hemû gelan û jinan e.




