Bi boneya 25`ê Mijdarê li Tebqa û Kobanê panel li dar ketin

Panel di çarçoveya çalakiyên ku rêveberiyên jin ên Tebqa, Reqa û Dêrazorê de ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinê bi dirûşmeya `Dagerketî tundî ye bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê bişkînin` li dar ket. Bi dehan jinên Tebqa û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li civînê bûn.

Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Tebqayê Semer Şihabî, endama rêveber a Meclisa Jina Sûriyê Nesra El-Ebake tevî cîgira Rêveberiya Komîteya Jin a Tebqayê Roşîn Mihemed û cîgira seroka Buroya Birêxistikirina Jin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Tebqayê Selam Keyrewan axivîn û behsa dîroka jin û cureyên tundiyê ku rastî jinê tên, kirin.

Axaftvanan çîroka Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê yak u dikeve 25`ê Mijdarê vegotin.

Her wiha encamên neyînî yên bikaranîna binpêkirinên tund der heqê jinê de ji hêla zihniyeta mêrdestiyê ve nîqaş kirin.

Di panelê de axaftvanan rêjeya jinan ên ku li welatên cuda rastî tundiyê tên bi bîr xist. Bi taybet rêjeya bilind a gelên Rojhilata Navîn di encama urf û adetan de.

Di panelê de beşdaran çareseriyên ku doza tundiya li ser jinê ji hêla mêr ve tê kirin, gotubêj kirin.

Ji wan çareseriyan a herî girîng; çareserî ji malbatê destpê dike, rêbazên terbiyekirinên, ferqê nekin di navbera mê û nêr de û cezayan li ser kesên ku tundiyê li dijî jinan bi kar tînin ferz bikin.

Panelê de ronahî hate berdan ser sûcên tundiyê yên ku îro der her jinan de li bakurê Sûriyê di encama êrişa Tirkiyê û çeteyên de tên kirin. Ew çete sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û hejmarek jinên têkoşer kirin hedef.

Di panelê de sinevizyonek girêdayî tundiya li ser jinê li tevahiya cîhanê tê kirin bi taybet piştî derketina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê hate pêşendan.

Her wiha sinevizyonek din têkildarî bûyera qetilkirina çeteyên artêşa Tirk a dagirker sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevîrn Xelef hate pêşkêşkirin.

Rêveberiya Jin a bajarê Tebqayê ragihand ku wê di demên bê de panelên mîna vê li herêma El-Mensûra, Cirniye û El-Bû Asî li dar bixe.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button