Pêwîst e çanda dayikê bi rengekî hemdem were rojanekirin

Leyla Amûdê

Naskirina mirov ji xwe re wê naskirina jinê û pêşxistina çareseriya civakî jî bi xwe re derxîne holê û herikbar bike. Tekez hêza mirov a dahûrandina civakê jî wê hêza çareseriyê xurt bike. Divê her mirov ji xwe pirseke wiha bike û bêje, “Gelo çiqasî hêza min a fêmkirin û guhertinê heye? Eger ez ji xwe bawer im û hêza min a guhertin û veguhertinê heye, naxwe hîn çi hincet heye û rola min weke ferdek di nav vê civakê de çi ye?” Ez ê li vir pirseke wiha bikim, “Gelo bêyî hişmendiya mêr û jinên heyî were guhertin wê pergala mêrê desthilatdar were guhertin?” Dibe ku hinek pirs bikin û bêjin, ‘Eger pergala desthilatdar mêrperest be çima tu dikî payê jinê jî?’

Heke pirseke wiha were, wê gelekî jî rast be. Ji ber 30 hezar sal e, her tişta civakê bi mohra mêr û bi biryara wî tê rêkûpêkirin. Lê divê neyê jibîrkirin jî ku pergalê jin jî kiriye şirîkê mêr û niha jî jin bi meran re heman hişmendiyê parve dikin!.. Eger em hişmendiya mêr biguherin, em bêjin ku jin hemû ferîşte û milyaket in, em ê têkevin nav şaştiyên pir mezin. Em ê nikaribin ti guhertinê jî di nav civakê de çêbikin. Em ê her di cihê xwe de bihejmêrin û xwe dubare bikin. Ez nabêjim ku ez jinan reş bikim. Ji ber ez jî jin im û weke ku çawa jin dayik, xwişk û hevalên min in; mêr jî wiha bav, bira û hevalên min in. Lê hewce ye em xwe û civaka xwe pir baş dahûrandin bikin û xwe ji rewşa heyî xelas bikin. Pêwîst e çanda dayikê bi rengekî hemdem were rojanekirin.

Heke em bi xwestek û kelecan lêkolîna xwe bikin û ji xwe de dest bi guhertin û veguhertinê bikin wê pêşketin saxlem be. Ji ber me weke mirov wiha li civaka xwe kiriye ku hatiye ber deriyê mehşerê û hîn jî haya me ji me tineye. Em gelek caran dibêjin pergala sermayedar. Her çiqasî rast e û pergala sermayedar yan jî pergala desthilatdar wiha li civakan kirine jî, di vê de rola me çi ye? Dema em rewşê wiha dahûrandin dikin û hêrs dibin gelo em ji kê hêvî dikin û dixwazin kî me ji vê rewşê rizgar bike? Gelo em ji pergala desthilatdar dixwazin? Em weke ferd û civak hîn jî bi ser hişê xwe ve nehatine û hê jî em ji qatilê kastîk rehmê û şefqetê hêvî dikin.

Hîn jî em li benda pergalê ne ku xwe biguhere û bendika xwe ji qirika me derxe. Ev jî dide nîşandan ku hîn jî em pergala desthilatdar û mêrperest nas nakin. Mirovê ku xwe û civaka xwe nas neke, tekez wê dijmin û kujer  jî wî nas neke. Wê deme pir xwezayî ye ku ew ferd û civak ji qatilê kastîk gazincan bike yan jî dua bike ku li wan were rehmê. Jixwe tişta herî sosret jî ew e ku jin ji pergalê rehmê hêvî bikin. Lê mixabin hîn jî ew hêvîkirin ji pergala kujerê kastîk heye. Ev jî dide nîşandan be ka me weke jin û civak çiqasî şerbeta pergala serwer vexwariye! Hîn jî em di nav bandora wê serxweşiya şerbeta pergalê de ne.

Em hê jî li xwe venegeriyane û me ji xwe pirs nekiriye, bê ka gelo em li ku devera pergalê ne û em bi kiryar û şaştiyên xwe yan jî bi bêtevgeriya xwe çiqasî pergalê xurt dikin. Em roj bi roj pergalê, di şexsê xwe de didin zindîkirin. Dema em ji xwe dest pê bikin û dakevin rastiya kesayeta xwe, em rexnedayîneke rast û bi dile saf û pak bidin, li xwe mikur werin dê pergala bûye cinawir di hundirê me de tine bibe.  Wê wextê jî em ê pir bi xurtî li hemberî pergala serwer têkoşîn bikin û serkeftî bin.

Li şûna em hemû hevdu reş dikin û li ser hevdu gumanan bikin, divê em çalak bibin. Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan 54 sal e li hemberî pergala serwer têkoşîn dike û dibêje, “Min ji xwe dest pê kir.” Rêbertiya me 27 sal e li Girava Îmraliyê ye û qet rojekê jî têkoşîna xwe ranewestand. Ji berê hîn zêdetir têkoşîn dike û ti astengiyan nas nake.

Rêber Apo xwe fedayî rêya jiyana komî, azad û wekhev kiriye. Ji ber vê tiştek jêre nabe kelem û astengî. Lê ji bo me weke jin, ciwan û civak gelek astengiyên me yên hundirîn hene û em êsîrê ferdperestî û xasûkiya xwe ne. Ev jî hemû ji bo me dibin kelemên weke çiyayan. Heya em wan hemûyan derbas nekin tekez wê hêza me nebe yek. Tişta niha ji bo me lezgîn ew e ku em dest ji wan fêrkirinên xwe û ferdperestiya xwe berdin û em çalak bibin. Ji bo em bikarin erka xwe ya mirovî pêk bînin û xwe ji serkeftinê re jî amade bikin ew e em zilm û zora ji ser jin û tevahî civakê rakin.

Em weke jin û di şexsê me de jî civak 30 hezar sal e ku di nava, koledariyeke pir kûr de dijîn. Wiha li mirovahiyê hatiye ku jiyana wan her weke mehşereke rojane ye û hew tê tehemûlkirin. Niha jî biryar di destê me de ye. Tenê yên dikarin biryar bidin em jin, ciwan û civak in. Tiştekî em di biryardayîna xwe de jî wenda bikin tineye. Tişta yekane û sereke jî em wenda bikin wê zincîrên koledariyê yên di ling, dest û mejiyê me de ne. Dem hatiye em wan zincîran bişikînin, bi serbilindî û azad bijîn. Dem hatiye em ji xwe bawer bin û sere xwe bilind rakin. Ji ber keda 54 salan a Rêberê me heye û dem hatiye bi serketinê bi encam bibe. Ew jî ked û têkoşîn dixwaze û divê em jî jêre amade bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button