Dayê Ûveyş hemû taybetmendiyên azadiyê di kesayeta xwe de dihewand

Hêvî Dêrik

Ji destpêka mirovahiyê ve dayik di civakê de her tim nîşaneya hêz û istiqrarê ye. Hêza moral, kelecan, hêvî, hezkirin û afirîneriyê ye. Dayik ji bo her tim bide civakê di rewşa fedakarî û pêşkêşkirinê de ye. Xwedî kiriye û girîngî bi her tiştî daye. Dilnizm û wêrek e. Destê wê her bi bereket e. Xwedî ezmûn e. Ev kesayeta wê ya dewlemend ku hemû taybetiyên mirovî di nav xwe de dihewîne, bi rengekî xwezayî bûye sedema civak li dora wê kom bibe, wê guhdarî bike û pîroz bibîne, wekî xwedawend nêzîkî wê bibe. Ew kesayeta wê ya ji her milî ve dewlemend e, bûye sedema civak wê wekî çavkaniya hezkirin û jiyanê bibîne. Ew ruhê wê yê komînal, di civakê de hevgirtin, hezkirin û hevpariya jiyanê ava kiriye. Civakek bi hêz û komkirî û bi rêxistinkirî saz kiriye.

Bêguman ev rastiya jin-dayikê ya em bi lêv dikin kêm zêde îro di şexsê her dayikekê de tê dîtin. Her çiqasî ji milê pegala zilamê kastîk û kujer ve hewldanên înkarkirina keda wê ya hezar salan çêbûbe jî wê bi berxwedanî û vîna xwe cewher û nirxên xwe yên hezar salan bi sekna xwe ya lehengî parastiye. Ti carî dest ji erka xwe ya pêşengiyê bernedaye û rola xwe ya avakirina civakê piştguh nekiriye. Ti carî barê xwe nedaye ser milê kesekî din. Berevajî vê yekê, her tim di pozisyona barhilgirtinê de ye. Heta tu bêjî kedkar û comerd e. Ew ji bo zarokên xwe û civaka di nav de, her tim mamosteyeke serkeftî ye. Hem fêr dibe, hem fêr dike. Bi xwezayê re di nav ahengê de ye. Xwezayê ji bo xwe mamoste û pîrozî dibîne, ji ber ku jê fêr dibe.

Ti carî xwe di ser xwezayê re nedîtiye. Ji lewra her tim sekneke bi hurmet nîşanî xwezayê daye. Xweza ji bo xwe mamoste dîtiye. Zarokan jî her dem dayik ji bo xwe mamoste dîtine. Îro jî li Kurdistanê û tevahî cîhanê de bi hezaran dayikên nûneriya vê rastiyê dikin hene. Yek ji nimûna vê sekna em behsa wê dikin jî dayika giranbiha Ûveyş e. Dayika em behsa wê dikin ji bo jiyana bi rûmet û zarokên xwe bûye mamosteya herî serkeftî. Dayê Ûveyş weke her kes dizane dayika pêşengê mirovatiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dayika delal Ûveyş kesayeteke gelekî bi hêz, wêrek û bi rêgez bû. li ser mala xwe, zarokên xwe û derdorê kesayeteke jêhatî û xwedî bandor bû.

Ti carî serê xwe ji neheqî û bêedaletiyê re netewand. Jineke îsyankar bû. Di heman demê de xwedî pîvanên civakî yên bilind bû. Ji bo di pêşerojê de zarokên wê bi hêz bin, ti carî li gor hestên xwe tevnegeriya. Tevî pir bi zarokên xwe ve girêdayî bû jî ti carî rê nedida ku li ser şaşiyan bimeşin. Her dem rêya rast nîşanî wan dida û bi nêzîkatiyên xwe ew perwerde dikirin. Carekê ji caran dema Rêber Apo biçûk bû, hevalên wî lê didin. Ew jî diçe malê, ji dayika xwe re meseleyê vedibêje û gazincan dike. Dayê Ûveyş jî jêre wiha dibêje ku eger tola xwe raneke, wê li vê malê nan nexwe. Rêbertî jî neçar dimîne ku biçe û tola xwe ji wan zarokên bi temenê xwe mezintir bûn rake. Rêbertî wiha fêrî tolrakirinê dike.

Piştî Rêbertî diçe û tola xwe radike, vedigerê male. Wê gavê Ûveyş jêre dibêje ku niha dikare xwarina xwe bixwe. Belê Rêbertî bi wê helwest û çemka dayika fêr dibe ku pêwîst e her tim mirov li pey mafê xwe be, parastina xwe nede ser milê kesekî din û ti carî jî ji neheqiyê re serê xwe netewîne. Ji ber vê Rêber Apo got, “Dayika min ji bo min dibistan bû. ez di dibistana dayika xwe de fêrî gelek tiştên hêja bû.  Ez fêr bûm çawa bijîm, çawa bi hêza xwe, xwe biparêzim.” Gelek cîran û xizmên wan hebûn ku ji dayika Rêbertî fêr dibûn bê ka çawa xwe biparêzin û hîn bibin bê rêvebirina jiyan û kar çi ye, rêveberiya siyasî û exlaqî çawa ye. Wê zarokên xwe, hevserê xwe û derdora xwe bi rengekî, bi rêk û pêk bi rêve dibir. Ew jinek berhevkar bû.

Dayê Ûveyş 24 saetan di nava liv û tevgerê de bû. Her berhev dikir û parve jî dikir. Di vir de mirov ji Dayê Ûveyş fêrî weteya kedê dibe. Mirov fêr dibe ku eger tu ked bidî, tê bikarî bijî, lê eger tu bêkêr û tembel bî wê jiyan jî ji te re heram be. Rêber Apo di kesayeta Dayê Ûveyş de rastiya jina Kurd tehlîl kir. Ji bo her jinek rastiya xwe û cewhera xwe bibîne, divê Dayê Ûveyş ji xwe re bike nimûne. Hewce ye were zanîn ku jiyana wê dayika çeleng bû mîna belgeyeke perwerdehiyê. Bi dehê caran jî Rêber Apo rastiya Dayê Ûveyş vegotiye û aniye ser ziman. Rastiya kesayeta Dayê Ûveyş rastiya jina 30 hezar sal beriya niha îfade dike. Radixe ber çavan bê ka çawa di herikîna dîrokê de her tim jin li hember hişmendiya zilamê deshilatdar li ber xwe daye, her tim di nav hewldanên parastina cewher û nirxên xwe de ye.

Ji xwedawend Înanna, Tîamat, Nefertîtî , jinên bi rûmet û serbilind Besê, Zerîfe, Bêrîtan, Dayê Ûveyş, Zîlan û bi hezaran jinên wer ji bo di jiyanê de serkeftinê bi dest bixin bi her şêwazî têkoşiyane û ti carî ji hewldanên xwe nehatine xwarê. Ji bo hemû civakê û jinan bûne mînaka jinên berxwedêr. Di dîrokê de wan kesayetên navdar di şexsê xwe de ji tevahiya cîhanê re dan diyarkirin ku jiyaneke azad, tekez bêberdêl nabe. Divê em jî ji bo azadiyê misoger bikin, ji dil û can têkoşîn bikin û her dem çalak bin. Azadî bi civakbûyînê pêkan. Azadî tenê bi bi ked, hezkirin, exlaq, sadebûn, komînalbûnê mimkun dibe. Bi hevgirtina, jin û civakê watedar dibe.

Ji ber wê tekez divê têkoşîn û keda jinê afirandin û watedayîn be. Dema em van taybetmendiyan destnîşan dikin, mirov hemûyan di kesayeta Dayê Ûveyş de dibîne. Kesayeteke mîna Dayê Ûveyiş a hemû taybetmendiyên azadiyê di kesayeta xwe de dihewîne, bêguman wê zarokên wê jî mîna Rêber Apo bin. Weke jin bi saya felsefeya Rêber Apo em bûn xwedî hêzeke rêxistinî û parastinê. Di heman demê de em deyndarên Dayê Ûveyş in ku Rêber Apo jî gelek caran aniye ser ziman û “Min di şexsê dayika xwe de dikarî ez rastiya jinê bibînim û tehlîl bikim.” Ji lewra em jî dibêjin ku em deyndarên ked û ezameta Dayê Ûveyş in. Di salvegera wefata wê de em hemû dayikên kedkar bi bîr tînin. Parastin û xwedîderketina li çanda ku wan bi keda xwe afirandine erka me ye. Heya dawiyê em ê şopdarê çanda Dayê Ûveyş bin.

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button