Rêber Apo gel ber bi ronahiyê ve birin

Gaziyên şer ên Ereb 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin  gotin, “Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe hemû gelên herêmê yên Rojhilata Navîn ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve birin.”

Bi wesîleya 77’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo gaziyên şer ên Ereb ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe parve kirin.

Nêrînên gaziyan wiha ne:

Îbrahîm Hesekê:

Em  4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertiyê li hemû gelan pîroz dikin. Em sihetê ji Rêber Apo re dixwazin. Em ê dorpêça Îmraliyê  bi îrade û berxwedanê bişikînin. Weke gaziyên şer em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo û rêya şehîdan dimeşin. Ji ber fikir û ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû xwişk û biratiya gelan e. Hêvî û daxwaza me azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Azadiya Rêbertî wê ji bo hemû gelan bibe şadî û kêfxweşiyeke bêhempa.

Nureddin Têkoşer:

4’ê Nîsanê ji bo hemû gelên herêmên Rojhilata Navîn rojeke pir cuda ye. Ji ber rojbûna Rêber Apo ye. Ji bo wê jî em destpêkê vê rojê li Rêber Apo, hemû gelên herêmê û şoreşgeran, hêzên QSD ê û malbatên şehîdan pîroz dikin. Mirov dikare bêje ku rojeke mîna vê rojê roja zayîna fikir û felsefeya rêberekî weke Rêber Apo ye. Rêbertî fikir, felsefe û azadiyek da me. Demokrasî û jiyaneke wekhev di nava hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn û cîhanê de belav kir. Rêbertî ji bo pêkhateyên Kurd, Ereb, Mesîhî, Êzidî û Asûrî di bin banekî de jiyaneke wekhev ava kir. Daxwaza me jî ew e ku di wextekî herî nêz de Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.

Hebûn Azadî:

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê em bejna xwe li hember dayika Rêber Apo bi rêzdarî bi bîr tînin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe hemû gelên herêmê yên Rojhilata Navîn ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir. Rêbertiya me cîhan rohnî kir. Rêber Apo ji bo hemû gel bi awayekî xwişk û biratî, azad û wekhev bijîn têkoşîneke muezem pêş xist. Lewma gel 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibînin. Daxwaza me jî ew e Rêber Apo di zûtirîn demê de bi awayekî fizîkî azad bibe. Em ji hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button