Hestek ji 4’ê Nîsanê
Şervîn Efrîn

Wateya vê roj û heyvê bi gelek reng, tişt û wateyan barkirî ye. Di dîrokê de jî gelekî girîng e.
Gelo mirov dikare pirseke bi awayê, “Zayîna ferdekî azad çawa dikare bibe zayîna civaka azad?”
4’ê Nîsanê roja zayîna Rêber Apo ye.
RêberTÎ mînakeke berbiçav e. Derd, kes û zarokekî ku ji zayîna xwe de û heta roja îro em têde dijîn. Hezkirin, lêgerîn, hewldan, helwest, sekn, pîvan, rêgez, hişmendî û têgîn e.
Azadiyê dijî, dide jiyîn. Mînakeke jê veger nîne.
Rêberê me tevahî dem û jiyana xwe di xizmeta azadiyê de xerc kiriye.
Têkoşîna azadiyê bênavber li Rojhilata Navîn û cîhanê tê rêxistinkirin, şax vedide û belav dibe.
Di nav vê pêşketina hişmendî, raman û ferdê azad de jî zayîna Şoreşa Rojava, di nav wê de jî zayîna beşekî girîng û esasî yê civakê biparêze, diparêze û diguhere heye.
Bi rengê jinê, bi dengê jinê hêzeke nû ava dike. Êdî ji ferdekî azad ber bi civaka azad hilberîn pêk tê. Ev zayîna civaka azad a berhemê avabûna ferdê azad e.
Di 4’ê Nîsanê de bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di nav Şoreşa Rojava de ji hemû pêkhateyên xelkê Sûriyeyê û heya gelek kesayetên şoreşgerên enternasyonalîst jî ji çar aliyên cîhanê hatin û tevlî YPJ’ê bûn.
Êdî YPJ ne tenê ji jinên Kurd û Ereb pêk dihat. Ji hemû pêkhate û neteweyên cîhanê yên reng û deng vedide. Bêhna azadiyê ji dilopên xwêdana ked û eniya şervanên YPJ’ê weke tavên baran û teyrokê li cîhanê dibarin. Hêşîn û zindî dikin her cihî. Ala YPJ’ê ya mîna rengê xwe yê kesk ê biharê kulîlk vedide di dilê jin û civakên azadîxwaz de. Her wiha bi tîrêjên rojê bi rengê zer kildayî ye. lê ji dilopên xwînê bi stêrkeke sor neqişandî ye.
Lewma keçên û jinên ciwan ên Efrînî bi lez berê xwe dane YPJ’ê. Berî her kesî Bêrîvan û Silava xwe bi ala YPJ’ê gurçûpêç kirin û ketin çeperên berxwedanê yên li hember hovatî, neheqî û zordariyê. Li rex civaka azad li hember çeteyên DAÎŞ ketin nav berxwewdana muezem a dîrokî.
Canbexşên YPJ’ê Bêrîvan û Silava rê ji civaka azad re vekirin. Civaka azad ji ferd û kesayetên azad tê afirandin. Ji Tirkiyeyê keça ciwan a laçiksor Destan Temmuz li Reqayê, Îvanaya ji Efrîkayê li Til Temir şehîd bûn. Hêlîn Qereçox ya ji Îngîlistanê di berxwedana serdemê ya Efrînê de gihişt şehadetê. Her wiha Ceren, Sarya, Aynûr, Avaşîn, Lêgerîn bûn lehengên enternasyonalîst ên li vê xaka qedîm a dergûşî ji mirovatiyê re kiriye û xwedawendan ji mirovatiyê berhem ava kirine tevlî karwanê nemiran bûn.
En fedaî û canbexşên ji pêkhate û gelên cuda hatin di nav refênYPJ’ê de cih girtin, misogeriya civaka azad a cîhanî ne.
Belê dibe ku her yek ji wan weke ferd hatin û tevlî nav refên YPJ’ê bûn, lê ew bi YPJ’ê re civaka azad in. Mînakên pêşeroja mirovatiyê bi giştî ne. Ji ber ew temînat û misogeriya civaka demokratîk, sosyalîst û ekolojîk hezin. Lewma li cîhanê ewqasî hezkiriyên YPJ’ê çêbûne û bandoreke bi heybet li ser hemû jinên azadîxwaz çêkiriye.
YPJ êdî hêz û artêşeke navneteweyî ye, civakî ye. YPJ êdî ne tenê hêzeke parastinê, xet û rêgezeke azadiyê ye. Baweriyek e, hêviyek e ya ji çanda dayika xwedawend.
Ji ber vê qatilên kastîk rê nadin û qebûl nakin ku ew hêz, ev artêş, ev civak, ev yekîneyên jinên azad wekî xwe bimînin. Ev qatilên kastîk rastî tîrên van jinên azad hene. di xewna xwe de jî YPJ’ê dibînin. Em bawer in wê tinebûna hişmendiya qatilên kastîk bi tîra jinên azad be.
YPJ êdî nasnameya hemû jinên azad û têkoşer e. YPJ tevgera jinên berdêldayî, kedkar, çavkaniyên hêz, berhem, bedewî, xweşikiyên xwedawendan e. Her wiha rêxistina jinên bûne stûna reşmalên civaka azad ên keleha berwedanê ne.
Belê li ser dirêhajiya ala YPJ’ê berbiskên ku keziyan dixemilînin, Arîn Mîrkan, Viyan Peyman Rojhilat, Avesta Xabûr, Sorxwîn Rojhilat, Sozdar Dêrik, Destîna Başûr, Rojfa Bawer Minbic, Amara Minbic, Hebûn Ereb, Zîlan Heleb, Denîz Çiya,Hêzil Efrîn û hwd. bi sedan jinên hêja destanên qehremaniyê nivîsin. Helbest û stranên wan lorîkên mirovahiyê ne. Ma kî dikare wan ji nedîtî were? Ma kî dikare wan paşguh û paşçav. Ew YPJ ne.
Ew berhem û hilberînên Rêber Apo mîmar û pêşengê felsefeya sosyalîst û jiyana azad e.




