Em ê heya dawiyê têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de bidomînin

Gaziyên şer ên 77’emîn salvegera jidayikbûna Rêber Apo pîroz kirin, diyar kirin wê heya dawiyê têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de bidomînin.

Gaziyên şer Welat Feqîra û Delîl Hesekê bi wesîleya 77’emîn salvegera jidayikbûna Rêber Apo nêrînên xwe parve kirin.

‘Em ê li gor felsefeya Rêber Apo tevbigerin’

Gaziyê şer Welat Feqîra yê di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêbertî li gelan pîroz kir got, “Em soz didin malbatên şehîdên xwe ku em ê li gor felsefeya Rêber Apo tevbigerin û bimeşin. Em ê tola  şehîdên xwe rakin û armancên wan bînin cih. Ji bo em karibin fikir û felsefeya Rêber Apo di nav gel de pêş bixin, weke gaziyên şer em ê bi hemû hêza xwe tevbigerin. Li ser vî esasî jî em ê gelê xwe azad û serwext bikin.”

Welat Feqîra axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Li ser esasê xwişk û biratiya gelan a bingehê felsefeya Rêbertî ye em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîna xwe bidomînin. Em vê sozê didin gel û şehîdên xwe.”

‘Em ji soza xwe venagerin’

Gaziyê şer Delîl Hesekê jî têkildarî 77’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo wiha axivî, “Em rojbûna Rêbertî li gel, malbatên şehîdan, hevalên gaziyên şer, birîndaran, hevrêyên li çeperên şer û li zindanan pîroz dikin. Rojbûn û têkoşîna Rêber Apo ji bo Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn tiştekî ne hindik e. Rojhilata Navîn bi hezarê salan e di bin zilma êrîşkar û dagirkeran de bû. Bi fikir û ramanên Rêber Apo gelên Rojhilata Navîn êdî serwext dibin û nema dagirkerî, zilm û zextan qebûl dikin.”

Delîl Hesekê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Li ser vî esasî em soz didin hevalên xwe yên şehîd, malbatên xwe yên şehîdan, em ê têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin. Em ji wê sozê venagerin.  Heya dilopa xwe ya dawiyê em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button