Berxwedana me wê di pêşengiya Mazlûm û Egîdan de bi serketinê tacîdar bibe
Şîlan Kobanê

Em di nav Hefteya Qehremaniyê de ne. Ya rastî hemû kêlî, saet, roj, hefte û mehên me bi destanên qehremaniyê yên egîdî dagirtî û tijî ne.
21’ê Adara 1982’an di kesayeta hevrê û pêşengê meMazlûm Dogan de rohniya qehremaniyê xwe li serxaka me ya pîroz nîşan da. 28’ê Adara 1986’an bi şehadeta fermandarê hêja Egîd Mahsûm Korkmaz ev ronahî li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû.
Ev qehremanî bi avakirina jiyan, raman, hêvî û bendewariya azadiya gelan. Çavkaniya vê rohniyê pêşengên meMazlûm û Egîd, ji tevahî hevrêyên xwe re bûn hêz, manewiyat û îradeya têkoşîna li hember neheqiyan.
Ev qehremanî her çû di pêşengiya Rêber Apo de geş û gur bû. bi dirûşma, “Berxwedan Jiyan e” êdî her ferdekî azadîxwaz para xwe ji vê rohniya pîroz girt û ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev bû nîşaneya rêya ber bi serketinê ve diçe.
Di kesayeta hemû qehremanên Kurdistanî de dîroka azadîxwazan veguherî ser koka xwe ya esîl û resen. Ji Kawayê Hesinkar, Rustemê Zal û Derwêşan qehremaniya li hember zilm û zextê bû çandeke ya xwe di Tevgera Apoyî de nîşan dide.
Wan qehremanên Apoyî bi felsefeya “Pariyek û Xirqeyekê” gel û neteweyên bindest di şesxê Kurdan de hişyar û serwext kirin. Tevgera Apoyî û stargeha herî bi ewle ya qehremanên Kurd, Ereb, Tirk, Suryan û hwd.
Gelê Kurd bi têkoşîna di pêşengiya wan qehremanan de hebûna xwe ya her tim ji nedîtî ve dihat û dihat înkarkirin misoger kirin.
Qehremanên azadiyê dema dîtin hebûna Kurdan di xeteriyê de ye, gomlekên ji êgir li xwe kirin û derketin ser dika dîrokê. Bûn şervanên êgir, mirin jî di nav de her cure neyînî binpê kirin. Bûn azadîxwazên ji mirinê jiyanê diafirînin. Meydan li dagirker, xayîn, nemerd û tirsonekan re xwendin.
Bi vê wesîleyê di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de em tevahî pêşengên rûmetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Wê berxwedana me di pêşengiya Mazlûm û Egîdan de bi serketinê tacîdar bibe. Em soz didin heya dawiyê bibe têkoşîna xwe ya di pêşengiya wan hevrêyên hêja de bêteredut bidomînin. w




