Hozan Comerd serdana gaziyên şer kir
Selena Dêrik

Hunermend Comerd ê serdana gaziyên şer kir diyar kir ku tevahî destketiyên şoreşê bi saya şehîdan û berdêlên gaziyên şer ava bûne.
Hunermendê Kurd ê navdar Comerd ê piştî 28 salan hat Rojava di çarçoveya bernameya xwe de serdana gaziyên şer kir û konsereke kurt da.
Hunermend Comerd û endamên TEV-ÇAND’ê ya Rojava ji hêla gaziyên şer ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Hunermend Comerd di serdanê de kêfxweşiya xwe ya bi dîtina gaziyên şer anî ziman û diyar kir ku tevahî destketiyên şoreşê bi saya şehîdan û berdêlên gaziyên şer ava bûne.
Piştre Hozan Comerd ji bo gaziyên şer konsereke kurt da.




