Ji Şengalê Heya Minbic û Efrînê, Polat Efrîn bû Sembola Şoreşgerê Fedaî

Nasnav: Polat Efrîn

Nav û Paşnav: Merwan Omer

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn / Bilbilê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Qizilbaş / Bilbilê / 12 Adar 2018

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê ji destpêkê ve heya roja îro bi berxwedan û bîr û baweriyek mezin gihîşt vê astê. Di vê Şoreşê de ku em weke Şoreşa gelên Rojhilata Navîn bi nav dikin, gelek şervan û qehremanên Kurd, Ereb, Asûr û Sûriyan di oxira azadî û parastina destkeftiyên Şoreşê de canê xwe li beramberî dagîrkeran kirin sîper û feda kirin.

Weke hemû berxwedanan di berxwedana Serdemê de jî heman mînak derketin holê. Hevalê me Polat Efrîn ku di roja 52’ mîn a Berxwedana Serdemê de gihîşt şehadetê jî, bi tevahî salên têkoşîn û şoreşgertiya xwe bû mînakek ji vê rastiya şoreşê.

Heval Polat Efrîn ji destpêka Şoreşê heya roja şehîd ket, li gelek qadên têkoşînê ma, li gelek eniyan li beramberî çeteyên hov û dagîrkeran şer kir û li berxweda. Heval Polat di gelek ji wan şeran de, di eniya herî pêş de cî girt û pêşengtî ji hevalên xwe re kir. Bi vî awayî heval Polat ji Şengalê heya Minbic û Efrînê bû mînakê têkoşîn û şoreşgertiyek fedaîyane.

Hevalê me Polat Efrîn di nava hevalên xwe de bi fedakartî, rihê berxwedêrî û fedaî dihat nasîn. Heval Polat di sekn û pêvanên jiyanê de; kesayeta milîtan a dixwaze azad bibe û tucarî, li beramberî tu kesî û tu hêzî serîtewandinê qebûl nake, da nîşandan. Ji ber vê jî kîjan qada berxwedanê hebû, timî li wir bû. Li kuderê şerê herî giran diqewimî, heval Polat berê xwe dida wir. Heval Polat di wan şeran de heft caran birîndar dibe û 12 fîşek li laşê wî dikevin. Di ser de jî ji ber giraniya birînê doktor dibêjin, “şehîd ketiye” ji ber vê rojekê di sarkerên nexweşxanê de hîştin. Lê tevî wê jî heval Polat li ber xwe dide û zû bi zû mirinê napejirîne. Bi vî awayî heval Polat ne tenê li beramberî çeteyên hov, li beramberî mirinê jî serî hil dide û di dawiyê de bi ser dikeve. Heval Polat di Berxwedana Serdemê de jî heya dawiyê bi wê sekna fedaîyane şer dike û li gundê Qizlbaş yê Efrînê li dijî Dewleta Tirk a dagîrker û xwînmij çalakiya fedaî lidar dixe. Heval Polat Efrîn bi vî awayî di berxwedana Efrînê de dibe yek ji Şopdarên Avesta Xabûr û Îlan Dara.

Em weke rêheval û şopdarên Avesta Xabûr, Îlan Dara, Polat Efrîn û tevahî Şehîdên Şoreşa Azadiyê, soz didin ku heya dawiyê li ser şopa wan bimeşin û wan bidin jiyîn. Em cardin di kesayetê Gaziyê Şoreşa Rojava Polat Efrîn de bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin û sersaxiyê ji malpata wî re dixwazin.

Komîta Navendî a Gaziyên Rojava

14 Adar 2018

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button