WATEYA CEJNA NEWROZÊ
Asya Weşûkanî

Cejna Newrozê ya bi eslê xwe vedigere beriya hezar salan, xwedî wateyeke efsanewî ye. Ev cejn bi çîroka Dehaqê zalimê serdemê û Kawayê gel bindestiya xwe rizgar kirine tê naskirin. Newroz her sal di 21’ê Adarê de bi kelecan û coş tê pîrozkirin. Mezopotamyaya bi hezaran çîrokan dihewîne, di dîrokê de şopa gelek çandan hilgirtiye û malovanî ji wan re kiriye. Newroz destpêka biharê ye û di nava wan çandan de xwedî cihekî taybet e. Yek ji cejnên herî girîng ê Rojhilata Navîn e. Newroz tenê ne guhertina demsalê ye, di heman demê de sembola azadî, hevgirtin û berxwedanê ye.
Newroz her çiqas bi şeklê xwe yê herî sade sembola hatina biharê ye jî tê wateya şiyarbûna xwezayê û vejîna hemû zindiyan. Newroz berdewamiya kevneşopiyeke bi salan e. Di çanda gelê Kurd de berdewam dike û weke parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê pîrozkirin. Wate û girîngiya Newrozê bi berxwedan û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ve girêdayî ye. Kurd di vê cejnê de rabirdû, dîrok û nasnameya xwe bi bîr tînin, bi hêvî ber bi pêşerojê ve dimeşin. Newroz cejna vejîn, hevgirtin, berxwedan û azadiyê ye.
Li gorî rîwayetê berî demekê dirêj Kurd û gelên cuda di bin zilm û zordariya qralekî zalim ê bi navê Dehaq de dijîn. Tê gotin ku Dehaq bi rêbazên pir bêrehm serweriya xwe li ser gelan dimeşîne û êşên pir mezin bi wan dide kişandin. Dehaq ku ji xirabiyê pê ve tiştekî din nedizanî pergala xwe li ser mijokdariya gelên herêmê dida berdewamkirin, li ser ked û xwîna wan dijiya. Lê rojekê wê xerabiya bi dawî hatiba û bihata tinekirin. Ûrê di mejiyê wî de her diçe wî dike rewşeke giran. Ji êşan dikeve nav livînan, hekîm û doktor nikarin ji nexweşiya wî re çare peyda kiribana. Yek ji bijîşkên demê pêşniyar dikin ku her roj mejiyê ciwanan bixe da ku êşên wî sivik bikin.
Li ser vê yekê êdî li Mezoptamyayê rewşeke kambax dest pê dike. Her roj serê du ciwanên bi darê zorê ji dê û bavên wan dihatin girtin dihatin jêkirin û Dehaqê zalim mejiyê wan dixwar. Gel bê çare û bê hêz dimînin. Dema her roj leşkerên Dehaq ciwanan dibin fikra serhildanê tê hişê Kawayê Hesinkar. Kawa vê fikra xwe bi çend kesên ji wan bawer re parve dike û amadekariyên serhildanekê dike.
Kawayê Hesinkar dest bi perwerdekirina kesên li derdora xwe dike. Ev tevger hêdî hêdî pêş dikeve li dijî Dehaqê zalim berxwedaneke mezin pêk tê. Şva 20-21’ê Adarê berxwedêr qesra Dehaq bi dest dixin û Dehaq tê kuştin. KawayêHesinkar bi pêxistina agir mizgîniya serketinê didin gelan. Gel bi coş li derdora agir dest bi govendê dikin. Ev serkeftin dibe sembola berxwedan û azadiya gelan.
Gelê Kurd îsal jî ji bo berdewamiya kevneşopiya bi hezarê salan Newroz, bi kelecan û coşeke mezin pîroz kir. Ev roja ku şopa paşerojê li xwe digire, îfadeya berxwedan û hevgirtinê ye. Bi hêviya pêşerojeke azad Newroza xwe bi rengekî hîn geştir, pîroz dikin. Her sal agirê Vê têkoşîn û hêviyê digihêje hemû cîhanê. Newroz sekna li dijî zilmê û têkoşîna ji bo edaletê ye. Hêza herî mezin e û ruhê mirovahiyê ye.
Newroz ji bo neteweya Kurd hebûn e. Zêdeyî deh hezar şehîdên berxwedana azadiyê hene. Ji ber vê yekê agirê Newrozê bûye hebûn û nasnameya gelê Kurd. Gelê Kurd bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de gelek destketî ava kirine. Bi berdêlên giranbiha şoreşeke pir xurt ava kirine.
Bêguman Newroza azadî û yekîtiya demokratîk’ divê bibe msogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Li ser vî esasî ez cejna Newrozê li tevahî jinên berxwedêr û gelên azadîxwaz pîroz dikim.




