Newroz sembola serketin û jiyana gelan a bi hev re ye

Şîlan Kobanê

Newroz ango roja nû, roja serketin û azadiya gelê Kurd. Di her destpêka adarê de bi hilma ji rengê Newrozê xwe dipêçe bihar. Kurdistan seranser bi gul kulîlkên ji heft rengan di wateyek bihuştê de bang dike “Ez Kurdistan im, xakeke kevnar, dergûşa mirovatî û civakbûnê.” Û her ku gur dibe agirê Newrozê bi çavên mexrûr dinihêre li gelê xwe yê ku biryar daye wê azad bibe êdî, di rêya şehîdên xwe de.

Ji pêxistina agirê serketinê yê Kawayê Hesinkar heta roja îro bi heman heybeta xwe ev kevneşopî berdewam dike. Sembola roja azadî, berxwedan, serketin û jiyana gelan a bi hev re ye Newroz.

Rojek azadiyê ku bi hezarê salan bandora xwe li ser çanda civakan kir. Roja nû Newroz. Rojek wiha ye ku di ruh û mejiyan de hizrên azadî, wekhevî û aştiyê diçîne. Agir tê pêxistin wê rojê û her ku gur dibe çavên li ser, bi agir re dikevin nav ahengekê. Yek bi yek şaneyên beden jî tevlî vê ahengê dibin. Paşê derdor, xweza, tevahî zindî û bêguman asîmanê bêsînor û bêhidûd jî. Di dil de dibe sedema lerzekê Newroz, lerzeke ji tehma biharê û ji rengê kesk û sor û zer.

Hêzên dagirker her çiqas xwestin gelê Newrozê, gelê Kurd ji holê rakin û vê îradeya ku bi Newrozê re bûye yek bişkînin jî qet negihiştin armancên xwe.

Ber bi salên 1970’yan ve Rêber Apo di encama lêkolîn, lêgerîn û divê êdî tişt in bên kirin de ji bo gelê Kurdistan dest bi hewldanan kir.  Di serî de ji bo gelê Kurd û tevahiya gelan “jiyaneke azad” ku hezarê salan mîna Newrozê behsa wê bê kirin de dê têkoşînek hatiba birêvebirin. Rojeke Newrozê ye û Rêber Apo wiha dibêje: “Di Newroza 1973’yan de têgîna ku min ji civîna koma yekemîn re pêşkêş kir û li gorî min ev têgîn diviyabû weke sirekê bê veşartin, rastiya ‘Kurdistan mêtingehek bû.’ Rêber Apo dibêje: “Ji vir û şûn ve her roj Newroz e.”

Pêşeng û kadroyên pîroz ên Tevgera Azadiyê di serî de Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Sema dibûn bangên, azadî, berxwedan û serhildanan. Her ku dijmin komkujî pêk dianîn bersiv jî mezin bû û bi Tevgera Azadiyê re Newroz piştî bi sedê salan li gorî mîsyon, erk û peyama wê dihat pîrozkirin.

Dijmin nedisekinî îrade û hêviya ku bilind dibû dixwest bişkîne û ji holê rake. Li Cizîr, Nisêbin, Şirnex, Licê, Amed komkujî pêk anîn. Gelê Kurd li hember van komkujiyan bêdeng nema; ji ber Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û şervanên Kurdistan di dilê gel de cihekî wer girtine ku ti carî tevî her zilm û zorê jî dernekevin. Şehîd dibin banga di vê rêya pîroz de; dibin ronahî, şewq û nûr.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button