Gaziyên şer bi wesîleya cejnê hevrêyên xwe yên şehîd ziyaret kirin
Selena Dêrik

Gaziyên şer bi wesîleya Cejna Remezanê û Newrozê Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê ziyaret kirin.
Bi munasebeta Cejna Remezanê û Newrozê Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevrêyên xwe yên şehîd ên li Goristana Şehîd Xebat Dêrik ziyaret kirin.
Di serdanê de gaziyan diyar kirin ku tevahî destketiyên Şoreşa Rojava bi saya têkoşîna şehîdan ava bûne û gotin, “Îsal du cejnên ji bo civaka me girîng in rastî heman wextê hatin. Me xwest bi vê wesîleyê em serdana şehîdên xwe bikin. Weke hevalên gaziyên şer em ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em soz didin tevahî armanc û hêviyên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
Gaziyên şer li goristanê rastî eleqeyeke zêde ya malbatên şehîdan hatin.




