Rêber Apo: Ji bo qonaxa duyemîn divê derfet bên afirandin

Endamê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Mîthat Sancar diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de gotiye, “Qonaxa yekem qediya. Ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye” û “Ji bo hêza xwe di qonaxa duyemîn pêk bîne divê derfet bên afirandin.”

Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo re di Îlke TV de nirxandin kir.

Sancar diyar kir ku Rêber Apo ji şandeyê re gotiye, “Ev hevdîtin civîna destpêka entegrasyonê ye.” Sancar derbarê hevdîtinê de wiha got: “Civîn nêzîkî 3 saetan dom kir. Hinekî 3 saetan derbas kir. Civînek tijî bû. Ji xwe Birêz Ocalan ji berê ve rojevên xwe diyar dike. Ew bi gelemperî mijarên ku em ê nîqaş bikin bi 10 xalan destnîşan dike û civîn di wê çarçovê de berdewam dike. Civînek girîng bû. Ocalan got, ‘Ev civîn têketina entegrasyona demokratîk e’. Piştre vegot. Dema ku serdema 16 mehan pêvajoyê bi kurtî nirxdan, got, ‘Qonaxa yekem bi dawî bû. Qonaxa yekem bi biryara bidawîkirina hebûna rêxistinî û têkoşîna çekdarî ve girêdayî bû. Esasê qonaxa yekem fesihkirina PKKê û danîna çekan bû. Ev biryarek stratejîk e’. Pir caran vê îfadeyê, hem ji bo xwe û hem jî ji bo rêxistinê bi kar tîne. Ocalan got, ‘Ev di aliyê min de biryarek stratejîk e’. Ocalan got, ‘Me di qonaxa yekem de ji bo vê yekê gavên girîng avêtin.’ Ocalan got, ‘Em derbasî qonaxa duyemîn bûne û em ê li ser aliyê entegrasyonê ku mijara herî girîng a vê qonaxa duyemîn e nîqaş bikin. Em ê vê bi we re nîqaş bikin’. Axaftin wiha dest pê kir. Kêm û zêde di vê çarçovê de berdewam kir. Wî li ser rêya giştî ya ku divê di qonaxa duyemîn de were şopandin nîqaş kir.”

‘OCALAN RÊYA TEKANE DIYALOGÊ NÎŞAN DA’

Sancar di nirxandina xwe ya li ser nîqaşên entegrasyonê yên bi Rêber Apo re de diyar kir ku mijara sereke ya pêvajoya li Tirkiyeyê ev rojevê bû, lê pêşketinên li Sûriyeyê jî di bin vê sernavê de hatin nîqaşkirin. Sancar bi bîr xist ku Rêber Apo berê gotibû ku pêşniyara wî ya çareseriya ji bo Sûriyeyê “entegrasyona demokratîk” e û tekez kir ku tevî nakokiyan jî, pêvajoyên di navbera her du welatan de bi hev re ne. Sancar behsa pêşketinên li Sûriyeyê kir û diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtina 17ê çileyê de diyar kir ku divê teqez pevçûn werin rawestandin û bal kişand ser vê yekê ku divê pirsgirêk bi rêya muzakereyê were çareserkirin. Ocalan hişyarî da ku ger êrîş zêde bibin, nemaze ger pevçûn ber bi rojhilatê Firatê ve biçe, ev dikare bibe sedema windahiyên girîng ên jiyanê û bêîstîqrariyê ku dê bi salan bidome. Sancar diyar kir ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de rêya tekane diyalog û siyasetê dibîne û bi tundî hişyar kir ku wekî din herêm dê ber bi “serê kendalê” ve were kişandin.

‘BAL KIŞAND SER HÊZÊN DERVEYÎ NORMÊ KU DIKARIN PÊVAJOYÊ XIRA BIKIN’

Sancar bi bîr xist ku Rêber Apo, di hevdîtina 2yê kanûnê de, berî êrîşên li ser Helebê pêk were destnîşan kir ku îhtîmala pevçûna çekdarî kêm e, lê “hêzên derveyî normê” dikarin hewl bidin ku pêvajoyê sabote bikin û ev nirxandin kir: “Ev hêz dikarin li Sûriyeyê têkevin dewrê û li ser asta herêmî texrîbatan çêbikin û armanca sereke ev pêvajoyên aştiyê ya didome asteng bikin.”

‘OCALAN JI SERÊ KENDALÊ VEGUHERAND MUZAKEREYAN’

Sancar diyar kir ku Rêber Apo peymana ku di 10’ê Adarê de li Sûriyeyê pêk hat wekî çarçoveya bingehîn a muzakereyan dît û ev nêrîn bi rayedarên dewletê re jî parvekirine. Sancar anî ziman ku piştî 6ê çileyê fikarên cidî derketin holê û aktorên cûrbecûr di vegerandina muzakereyan de rol lîstin. Ocalan anî ziman ku di nav van aktoran de Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî hebûn û destnîşan kir ku aktorê sereke yê rola wî di nîqaşên giştî de bi giranî hatibû paşguhkirin Rêber Apo bû. WSancar diyar kir ku Ocalan bi hewdanên pêvajoyê ji “serê kendalê” vegerand muzakereyê.

Sancar tekez kir ku têgeha entegrasyonê ne tenê tê wateya yekbûnek ji rêzê ye lê di heman demê de naskirina hebûn û mafan ne jî. Diyar kir ku divê encamên têkoşîna ku gelê Kurd li Rojava ligel civakên din daye di vê çarçoveyê de werin nirxandin.

TÊKILIYÊN QSD’Ê YÊN NAVNETEWEYÎ

Sancar got ku nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û gelê Kurd û civakên din ên li Sûriyeyê li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê têkiliyên cûrbecûr hebûn û van têkiliyan girîng dibîne. Destnîşan kir ku vegera ser maseyê dikare wekî yek ji nîşanên pêşîn ên beşdarbûna Kurd û QSD’ê wekî aktorek hevpar di pêşeroja Sûriyeyê de were şîrove kirin. Sancar bi lêv kir ku rewşa heyî ne tenê ji bo Rojava û Kurdan, lê di heman demê de ji bo tevahiya Sûriyeyê û herêmê jî girîng e.

‘DIVÊ JI BO QONAXA DUYEMÎN DERFET BÊN AFIRANDIN’

Sancar diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo tevkariya pêvajoyê xwedî îradeyeke xurt e û bal kişand ser şert û mercên vê yekê: “Ocalan got, ‘Di vê mijarê de çi bikeve ser milê min ez ê bikim. Hêza min, teorîk û pratîkî heye. Lê ji bo vê hêzê bixin pratîkê divê derfet bên afirandin. Ne ji bo xwe; ji bo pêvajoyê, ji bo çareseriyê, ji bo ku em mîmariya qonaxa duyemîn biafirînin û pêş ve bibin, pêwîst e.” Sancar bi lêv kir ku di qonaxa ku niha pêvajoyê hatiyê û sereastkirinên ji bo şert û mercên jêveneger e û wiha domand: “Li ber giranî û girîngiya vê pêvajoyê, divê şert û mercên jiyan û ragihandina teqez bên baştirkirin. Ev jî wekî encama xwezayî ya pêvajoyê wê derkeve holê.”

XALÊN SEREKE YÊN NÎQAŞÊ

Sancar wiha domand: “Ocalan got, ‘Referans û rêgezên min a bingehîn pêşvebirina pêvajoya entegrasyona demokratîk û avakirina komarek demokratîk e.’ Ev gotin her wiha îfadeyeke din a ku di civînê de bi kar aniye anî bîra min. Ji bo qonaxa yekem dibêje ‘aliyê negatîf’. Aliyê negatîf qonaxa bidawîkirina pevçûnê ye. Gavên ku ji bo bidawîkirina pevçûnê hatine avêtin di nav vê qonaxê de ne. Niha li pêşiya me qonaxa pozîtîf heye. Qonaxa entegrasyonê qonaxa pozîtîf e; ew qonaxa avakirinê ye. Helbet, referansa giştî komara demokratîk e. Bingeha komara demokratîk hemwelatiya azad e. Hemwelatiya azad tê wateya hemwelatiyğn ku derfeta wan heye ku nasname, girêdan, nêrîn û ramanên xwe bi awayekî azad îfade bike. Nasname wê azad bin, bawerî wê azad bin, girêdan û endametî wê azad bin. Lê ev hemû wê di nav yekparçeyiya Tirkiyeyê de û bi şêweyê entegrasyonê bi komara demokratîk re pêş bikevin. Ev xal û têgehên bingehîn in ku me îro nîqaş kirin. Min tenê taybetmendiyên bingehîn ên hemwelatiya azad rêz kirin. Bingeha vê komara demokratîk e. Tê wateya ku kes li gorî çand, ziman, nêrîn û baweriyên xwe birêxistin bikin, derfetên wê bên avakirine. Li bingehek ku ev azadî lê hebin, Kurd jî wê bikaribin xwe li gorî çand, ziman û baweriyên xwe bi awayekî azad birêxistin bikin. Ev bingeha entegrasyonê bi komara demokratîk re ye. Ev ji bo hemû gelan, hemû baweriyan û hemû nêrînan derbas dibe. Ya duyemîn, ev mijarek e ku divê di çarçoveya siyasetê de were çareser kirin û bi lihevkirinek herî berfireh were meşandin. Em katalogek ‘divê ev were kirin, divê ew were kirin’ navnîş nakin. Rêgezên bingehîn, çarçove û têgehan diyar dikin; ev girîng in. Niha em li ser pêvajoyek berfireh diaxivin ku ji pratîka rêveberiyê biçe sererastkirinên qanûnî û di demên pêş de ger bingeha wê ava bibe wê heta mijara destûrî jî biçe. Ger li ser bifikirin bername û nexşeyên demokratîkbûnê hene ku me di 2013-2015’an û beriya wê di serdema BDP û HDP’ê amade kirine. Ne tenê ya me; di demên berê û di demên dawî de jî AKP û CHP bername ragihandine. Rêya gihîştina armanca komara demokratîk a li ser bingeha rêgeza hemwelatiyên azad ew e ku siyaseta demokratîk xwedî azadî û misogeriya herî berfireh be. Eger çek bi dawî bibin, wê demê siyaset têkeve şûna wê. Ji bo ku siyaset bikaribe vî barî hilgire, ev tenê bi azadî û misogeriyê mimkun e.

RAPORA KOMÎSYONÊ

Eşkere ye ku rapora komîsyonê girîng e. Lê rapor perspektîfek pêşkêş dike, bernameyekê amade nake. Ez hêvî dikim ku ew ê bi lihevkirinek tevahî were weşandin û qonax zû werin derbas kirin. Mijara yekem a li ber me zelal e: rewşa qanûnî ya kesên ku çekên xwe danîne an endamên rêxistinên ku xwe fesixkirine. Em li vir qala komeke berfireh dikin. Ne tenê yên ku çek hilgirtine; yên di girtîgehê de, yên li derveyî welêt, yên li Mexmûrê hene. Ev hemû encamên pêvajoya pevçûnê ne. Ger em pêvajoya pevçûnê bi dawî dikin, divê em rêyan jî bibînin da ku pirsgirêk û zirara ku wê çêkiriye çareser bikin. Ev yek ji mijarên ku me îro nîqaş kir bû. Dema çareserkirina zirara ku ji hêla vê pêvajoyê ve hatî afirandin û danîna rêgezên bingehîn ên jiyana hevbeş e. Ji ber vê yekê, qanûna çarçoveyê girîng e, lê pêvajo bi vê yekê ve sînordar nîne. Di vê qonaxê de, ev yek ji mijarên herî girîng e. Ji bo entegrekirina kesên ku çekên xwe danîne, sererastkirinên qanûnî pêwîst in. Lê ji bo hin gavên pratîkî sererastkirinên qanûnî ne pêwîst in. Di sernavên siyasetmedarên girtî û tayînkirina qeyûman çi tê hêvîkirin? Hûn di muzakereyan de derbarê van mijaran de rastî çi tabloyê tên? Di vê mijarê de bendewarî eşker ye. Bi biryarên îdarî dikarin hin gav werin avêtin. Lê derengketin hene. Ji destpêka pêvajoyê ve, di civakê de hêviyek ji bo jestên niyeta baş û tedbîrên avakirina baweriyê heye.”

‘XUYAYE KU BERIYA EV MEH BIQEDE WÊ RAPOR DERKEVE’

Li ser pirsa “Şîrove hene ku daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên li ser pêvajoyê di pratîkê de nehatine nîşandan. Gelo nirxandina Abdullah Ocalan li ser vê mijarê heye, gelo ew dijderketinekê dibîne?” Sancar wiha bersiv da:”Ez dikarim bibêjim ku ew bi nirxandinên wisa yên spekulatîf mijûl nabe. Ew bêtir li ser cudahiyên bingehîn û rêgezên sereke yên pêvajoyê disekine. Ew cudahiyan dike wekî dewleta normativ û hêzên nenormative. Ji ber vê yekê, nêzîkatî an şêwazek nirxandinê wekî, ‘Birêz Bahçelî ev got, lê nehat kirin, dibe ku bi vî rengî qewimîbe.'” Ev cure xwendin nayê kirin. Em derbasî aliyê din bibin. Em van tiştan ji destpêkê ve dibêjin. Em hem di civînan de û hem jî di partiya xwe de dibêjin; di serî de hevserokên me, berdevkên partiyên me û rayedarên me van pirsgirêkan bi eşkereyî tînin ziman. Nêrîna me ku divê ev gav werin avêtin eşkere ye. Em her wiha dibêjin ku divê dereng nemîne. Wisa xuya dike ku rapora komîsyonê dê biryarên derbarê van mijaran de jî dihewîne. Gelek mijar bi xebata komîsyonê ve girêdayî ne; ev rewş di aliyê hikûmet û dewletê de jî wisa ye. Tê payîn ku ev rapora hevbeş di demek nêzîk de were weşandin. Ez nikarim bi teqezî bibêjim ku ew ê çend roj şûnde were weşandin, lê îro civînek hate lidarxistin. Dîroka civîna din hîn nehatiye diyarkirin. Lêbelê, niha eşkere xuya dike ku rapor dê berî dawiya vê mehê were weşandin. Komîsyonê jî heyamek xebatê heye; heke pêwîst be dikare were dirêjkirin. Komîsyon dikare heyama xwe bi du mehan dirêj bike, ji bo vê yekê ti tedbîr tune. Pirsgirêk tune. Ger hewce bike, dirêjkirin dê werin dayîn. Piştre, nemaze dema ku komîsyon li ser van mijaran pêşniyaran dike, neavêtina van gavan dê li dijî îradeya piraniya mezin a ku li wir ava bûye be. Xwezî zûtir bibûya; me ev ji bo hemû mijarên ku we behs kirin xwest, me got, me bi zelalî diyar kir. Ne tenê em bûn; gelek derdorên din jî nîqaş kirin û xwestin ku gavên berbiçav bi lez werin avêtin. Wê demê çênebû, lê niha em di qonaxekê de ne ku divê zû çêbibe û xuya ye ku îhtîmal e. Ne di desthilata min de ye ku ez bêtir hûrguliyan bidim. Ji ber ku îradeya komîsyonekê tê de heye. Serokê komîsyonê Serokê Meclisê, Birêz Numan Kurtulmuş e; tîmek nivîsandinê heye, û komîsyon bi tevahî ji 51 kesan pêk tê. Ji bilî van mijaran, ku ez dikarim bersiva wan bidim ji ber ku rasterast ji wan hatine pirsîn, hûrgulî dê di tûra dawîn a nîqaşan de werin zelal kirin. Dibe ku jê re ‘mafê hêviyê’ neyê gotin, lê ez dikarim bibêjim ku xuya dike ku sererastkirinek an pêşniyarek di derbarê naveroka wê de dê di rapora komîsyonê de cih bigire.”

‘JI ÇEKAN DERBASÎ PIRA SIYASETÊ BÛN’

Li ser pirsa “Gelo derbarê çarçoveya vê qanûna taybet de zelaliyek heye? Ew ê kê bigire nav xwe, û divê çi celeb rêzikname hebe? Di warê mayîndetiyê de di çareserkirina nakokiyan de hêviyên we çi ne?” Sancar wiha bersiv da: “Xwezî min tenê wekî parêzer û akademîsyenek muxatabê van pirsan bûma; wê demê min bikaribûya bi hêsanî bersiv bida. Lê pêvajoyek berdewam heye, di vê pêvajoyê de aktor hene û platform Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê ye. Siyaseta demokratîk jî mijara danûstandin û diyalogê ye. Me di vê pêvajoyê de erk û berpirsiyariyek diyarkirî girtiye ser xwe. Bi gelemperî, ez dikarim vê bibêjim: hîn tabloyek şênber derbarê hûrguliyên teknîkî de tune. Lêbelê, sererastkirin divê berfireh be, li gorî ruhê pêvajoyê be û derî û rêyên ku dê rê li ber pêşveçûnê vekin biafirîne. Di vê qonaxê de ne mimkûn e ku meriv bikeve nav hûrguliyên wekî ‘evqas kes di bin vê çarçovê de ne’. Ez bi taybetî dixwazim mijara veguherîna siyaseta demokratîk destnîşan bikim. Ez vê yekê hem wekî akademîsyenek û hem jî wekî parêzerek dibêjim. Ger avaniyek ku gihîştiye bandorek wisa berfireh û demek dirêj têkoşîna çekdarî wekî rêbazek bikar aniye çekên xwe deyne, divê du xal bi zelalî werin gotin. Pêşî ev avanî, dema ku derket holê û bi demê re, armancên siyasî danîn; bernameya wê guherî, armancên wê ji nû ve hatin formulekirin, lê eşkere ye ku xwedî xwezayeke siyasî ye. Ya duyemîn, eşkere ye ku kesên ku tevlî vê avaniyê bûne jî bi armanceke siyasî tevgeriyane. Ji ber vê yekê, heke çek bi dawî bibin, divê şert û mercên pêwîst werin afirandin da ku armancên siyasî li ser bingehek demokratîk werin îfadekirin û parastin. Divê pir û rêyên veguherîna ji têkoşîna çekdarî bo siyasetê tam di vê çarçoveyê de werin çareserkirin.”

KONFERANSA MUNÎHÊ

Sancar wiha domand: “Beşdarbûna Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, civînên wan ên cuda û beşdarbûna wan di civînên hevbeş de bi şandeya Sûriyeyê re girîng in. Pêwîst e ku em ji perspektîfeke dîrokî ve li vê yekê binêrin. Nêzîkî 110 sal berê, di sala 1916’an de, peymana Sykes-Picot a ku pir tê nîqaşkirin, bi giranî li ser înkar û paşguhkirina Kurdan bû. Armanca wê ev bû. Îro, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û ji nû ve tê avakirin. Bi rastî, gelek mijarên din hene ku em dikarin bi berfirehî di vê mijarê de nîqaş bikin. Sîstema gerdûnî jî ji nû ve tê avakirin. Ez ê werim ser pirsa we, lê pêşî, ez difikirim ku dê kêrhatî be ku meriv li belgeyekê binêre. Belgeya Stratejiya Ewlekariya Neteweyî ya DYE’yê ku di Kanûna 2025’an de hate weşandin, çavdêriyên pir cidî derbarê sîstema gerdûnî ya nû de dihewîne. Nîşan hene ku serdema piştî 1945’an bi piranî bi dawî bûye. Wisa xuya dike ku serdemeke bi rastî nû dest pê kiriye. Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê di demek hesas de û bi beşdariyeke girîng hate lidarxistin. Axaftina Wezîrê Derve yê DYE’yê Marco Rubio ya nêzîkî dawiyê pir girîng e. Ev axaftin divê bi baldarî were xwendin, lêkolînkirin û nirxandin. Ew nîşaneyên pir zelal dihewîne ka serdema pêş de çawa tê xwestin were dîzyankirin û nêzîkatiya Amerîkayê ya li hember vê mijarê çawa ye. Her ku li Rojhilata Navîn rêziknameyeke nû derdikeve holê, wêneya ku ji Konferansa Munîhê derket holê ji bo vekirina rê li ber naskirina hebûn, maf û statuya Kurdan girîng e. Gelo ev beşdarbûn, nîqaşên ku hatine kirin û eleqeya ku hatiye nîşandan garantiya her tiştî ye? Bê guman na. Ji ber ku di rêziknameya cîhanê ya ku em dikevinê de, berjewendiyên hêzên mezin pir diyarkertir dibin. Em behsa serdemekê dikin ku hêza tazî, hêza leşkerî, hêza aborî û hêz di aliyên wê yên din de berbiçav in. Bê guman, tifaq û garantiyên cûrbecûr girîng in, lê dîplomasî ne qadek e ku were terikandin. Bi rastî, divê bi zelalî were gotin: derketina holê ya gelê Kurd wekî aktorekî dîplomatîk ê bi bandor li ser sehneya cîhanê pir dereng maye. Ev hebûn ji bo pêşîgirtina li avakirina rêziknameyek Rojhilata Navîn di serdema pêş de ku Kurd têne paşguh kirin, pir girîng e. Bê guman, hişyarî pêwîst e. Lê ji ber ku sererastkirina nû ya Rojhilata Navîn û sererastkirina nû ya cîhanî çêdibe, divê hûn kanal û derfetên parastin û pêkanîna hebûn, nasname, nirx û armancên xwe binirxînin. Di vî warî de, tabloya ku li Munîhê derket holê girîng e. Îro, meylek navendî ya desthilatdariyê, navendî ya netewe-dewletê, digel populîzmê, li cîhanê hêz digire. Tam ji ber vê sedemê, di warê dîplomasiyê de xuyabûn, xwedîbûna cîhek li ser maseyê, û qebûlkirina wekî aktorek hevbeş pir girîng e.

Em dikevin serdemek ku nîjadperestî jî derdikeve pêş. Lêbelê, ev nîjadperestiya ku bi dewletê re bûye yek. Di serdemek wisa de, eşkere ye ku hûn hewce ne ku li rê, rêbaz û derfetan bigerin da ku nirxên din ên ku hûn bi gelên ku hûn bi wan re dijîn re diparêzin pêk bînin. Ez ji pirsên ku tên bîra min haydar im, lê bêyî ku bikevim nav wan, ez hewl didim vê bibêjim: Ev rêzikname niha tê damezrandin. Dibe ku gelek gavên wê berê hatine bicihkirin. Ew hîn bi tevahî nehatiye avakirin, lê rêça wê diyar dibe. Çawa ku rêziknameya 1916’an li ser înkar û dûrxistina Kurdan hatiye avakirin, rêziknameya ku dê di sala 2026’an û pê ve were avakirin divê avahiyek be ku gelê Kurd bi hebûn, maf û statuya xwe tê de cih bigire. Îro, berevajî rêça giştî ya cîhanê, parastina aştiyê pêwîst e; bi hev re wekhev û azad bijîn. Têgihîştinek navendî ya jinan, ku jinan wekî mijara damezrîner bi cih dike, tê pêşniyar kirin. Her ku hûn bandorên vê têgihîştinê belav bikin û bicîh bînin, ew ê ne tenê ji bo Kurdan, lê di heman demê de ji bo hemî gelên ku ew bi wan re dijîn jî biryardar be…

RÊBER APO: EM DIXWAZIN DÎROKÊ XELAS BIKIN Û EV BÊYÎ KURDAN NABE

Ez dixwazim tiştek din bibêjim. Carinan dibe ku ez xelet bim, lê dibe ku em bi têra xwe hay ji wê yekê nebin ku em di pêvajoyek pir krîtîk û dîrokî re derbas dibin. Bandora bûyerên yek bi yek pêk hatine dikare pir mezin be. Bûyerek çêdibe û ji nişkê ve psîkolojiya têkçûnê dikare derkeve holê; bûyerek din çêdibe û ji nişkê ve hestek mezin a serketinê dikare derkeve pêş. Bi rastî, ev celeb rewş encamên asayî yên serdemên veguhêz in ku gelek tişt diguherin. Dîtina tevahiyê timî ne hêsan e. Em dizanin ku gava hûn ji mirovan re dibêjin “li tevahiya wê binêrin”, ew bandorek rehet an dilniya nake. Lê pêdivî ye ku meriv bizanibe ku ev pêvajoyek demdirêj e; Ev pêvajoyek e ku dê bandorê li dehsalên pêş de bike, dibe ku sedsalek jî. Li Tirkiyeyê, jê re ‘Sedsala Tirkî’ tê gotin. Duh, Marco Rubio di axaftina xwe de hevoka “Sedsala Rojavayî” bi kar anî. Her kes behsa avakirina sedsalek nû dike. Ez dixwazim vê yekê bi temaşevanên me û gelê me re parve bikim. Ocalan ev peyv bi peyv anî ziman: “Avakirina komarek demokratîk mijarek pir girîng û pir cidî ye. Entegrasyon tenê bi komarek demokratîk mimkun e. Em behsa avakirina sedsalek nû ya temendirêj û berfireh dikin. Em behsa rizgarkirina dîrokê dikin, ne tenê rojê. Û ev bêyî Kurdan çênabe.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button