Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

Mîqdad Mîdhed Bedirxan 22’ê Nîsana 1898’an rojnameyek bi navê Kurdistan derxist ku ev rojname bû hîmê rojnamegeriya Kurdî. Ji ber vê jî her sal roja 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
Li ser vî bingehî rojnamegeriya Kurdî her roj xurttir bû û li gel vê jî gelek xebatên giranbiha hatin kirin. Rojnamegeriya Kurdî û rojnamegerên Kurd ku bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kirin, heta îro gelek zehmetî kişandin. Gelek caran rojname ji aliyê dewletê ve hatin qedexekirin û gelek caran jî rojnamegerên Kurd hatin kuştin û ketin girtîgehan. Lê kevneşopiya çapemeniya azad hê jî didome. Li gel vê heta niha bi dehan rojname, televîzyon, kovar û radyoyên bi Kurdî weşana xwe didomînin.
Miqdad Bedirxan difikirî ku rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derxe, lê ji ber hin zehmetiyan ev rojname pir bi rêk û pêk nehat derxistin. Piştî hejmara yekemîn dewleta Osmanî ev rojname qedexe kir û nehişt ji aliyê gel ve bê xwendin. Ji ber zext û zordariya Dewleta Osmanî ya li ser Misrê, Miqdad Midhed Bedirxan neçar ma ku vê rojnameyê li cihên cuda derxe. Midhed Bedirxan heta hejmara 6’an ev rojname derxist û piştre birayê Midhed, Evdirehman Bedirxan karê rojnameyê girt ser milê xwe.
Rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewropayê, mîna Cenevre, London û Folkstonê hatin derxistin. Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an heta 9’an li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji ya 20’an heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an heta 29’an li Folkston a Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30´î heta 31’ê dîsa li Cenevreyê hatine weşandin. Sê hêjmarên ewilî bi giştî bi Kurdî hatin weşandin. Ji van 31 hejmaran hê jî du hejmar nehatine dîtin û winda ne. Her hejmar nêzîkî 2 hezar nusxeyî dihat çapkirin û bi awayekî veşartî li herêmê dihat belavkirin. Dewleta Osmanî ligel qedexekirina rojnameyê kesên ku ev rojname dixwendin jî bi cezayan re rû bi rû dihiştin.
Li Tirkiyeyê jî Rojnamevaniya Kurdî li sirgûnê li derveyî xaka xwe weşangeriya xwe domand. Gelek caran Ewropa û Stenbol ji bo Rojnamevaniya Kurdî bûne navend. Di salên 90’î de qedexe bû rojname were Kurdistanê, lê li Stenbolê rojnameyeke bi Kurdî dihat derxistin. Dîsa tecrûbeya herî mezin li Ewropayê weşangeriya Med TV´yê bû. Med TV sala 1995’an li Belçikayê dest bi weşangeriya Kurdî
Sala 1992’yan Rojnameya Welat li Bakurê Kurdistanê derket pêşberî xwendevanan. Piştî Welat, Welatê Me derket. Piştî li Tirkiyeyê rojname hatin qedexekirin, sala 1996’an Azadiya Welat dest bi weşana xwe kir. Rojnameya Welat û Welatê Me heftane dihate çapkirin. Di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de cara yekemîn di 15’ê Tebaxa 2006’an de Azadiya Welat rojane weşangerî kir. Ji roja ewil heta roja îro Azadiya Welat bûye deng û rengê gelê Kurd. Ligel vê yekê Azadiya Welat li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye mamosteyê gel. Bi hezaran welatî bi Rojnameya Azadiya Welat fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bûn.
Ev rêûresma rojnamegeriya azad heya roja me ya îro jî tevî hemû zext, astengî û sansuran berdewam dike. Li ser vî esasî Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz be.




