Ez Zarok Bûm

Ez Zarok Bûm

Ez bûm li nava kolanên vî bajarî

Lê ez zarokek pêxas bûm li ser erdnîgariya vî welatî

Û min nedizanî

Ez kîme, ev kîne ji min dipirsin

Ey zarok çima tu ji zarokbûna xwe bêzar bûye?

Min nedizanî ez Kurd im

Ji min re gotin tu li ser erdnîgariya welatê xwe sêwî mayî

Lê min qet nedizanî gunehê min çiye

Min nedizanî kî dihat bav û kalê min dixapandin

Kî dihat erdnîgariya welatê min perçe perçe dikirin û li hev par dikirin

Kî hat dengê me dizî

Çanda me dizî û

Em li ser axa welatê xwe sêwî man

Ma ev qedera me ye

Dîrok ez ê ji te re rûpela dilê xwe vekim

Tu ji min re bêje Helepçe, Dêrsim û Geliyê Zîlan

Wê demê tê bi êş û azara welatê min bihesî

Ey dîrok!

Ma ev qedera me ye?

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button