Rêber Apo komplo û encamên wê yên komplogeran hêvî dikirin vala derxist

Lava Eyo

Komploya Navneteweyî ya  9’ê Cotmeha 1998’an hate destpêkirin, derbasî sala xwe ya 28’an dibe û 15’ê Sibata 1999’an dema Rêber Apo bi bêbextî dîl hat girtin ketiye sala 27’emîn. Hêzên navneteweyî nehiştin ku kes cih bide Rêbertî û ew kirin weke kesê nayê xwestin. Bi derketina Rêber Apo ji Sûriyeyê yanî ji Rojhilata Navîn, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ketin nav têkoşîneke pir xurt. Di encama vê têkoşînê û berxwedana Rêber Apo de komplo û encamên wê yên komplogeran hêvî dikirin hatin vala derxistin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav 27 salan de têkoşîn û berxwedaneke berdewamî û bêhempa pêş xist. Ev têkoşîn û berxwedan hîn jî berdewam e. Rêber Apo ji bo azadî, aştî û civaka demokratîk ji dil û can dixebite û li gelê Kurd xwedî derdikeve. Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê têkoşîn dike û hemû hewldanên xwe jî ew in ku dawiyê li şer û tundiyê bîne. Ji bo ku gelê Kurd û hemû mirovahî di nav aştî û aramiyê de bijîn di nav hewldanên mezin de ye. Rêberê Gelê Kurd ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê guhertin û veguhertinên baş pêkan dike. Jixwe eger guhertin çênebe wê gelê Kurd jî ti mafên xwe bi dest nexe. Ji bo wê jî weke gel divê em jî têkoşîna xwe xurt bikin.

Rêber Apo plan û bernameyên hêzên komploger bi tevahî pûç kirin û ew poşman kirin. Bi fikir û ramanên xwe hemû planên wan berteref kir û têkoşîna xwe bir serkeftinê. Ne tenê planên li ser Kurdistanê, yên li ser hemû gelan û Rojhilata Navîn xerab kirin, vîna gelê Kurd derxist hole û ew kirin yekpare. Hêzên komploger ji bo pêkanîna planên xwe Rêber Apo dîl girtin û ev 27 sal e di nav tecrîdeke giran de digirin. Dewleta Tirk zagonan jî nas nake, pêk nayîne. Hîn jî hewl didin keda Rêbertî ya ji bo aştiyê têk bibin.

Divê were zanîn ku dewleta Tirk ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirse. Herî zêde jî tirsa wan ji paradîgma Rêber Apo heye. Ji ber ew desthilatdar in û siyaseta wan jî ya bazirgan û sermayeparêziyê ye. Bi derketina Rêber Apo re gelê Kurd bû xwedî nasname, stratejî, bîrdozî. Ev pergal, neyar û dijminan ditirsîne. Tevgera Azadiyê hevsengiya Kurdistanê û Tirkiyeyê heya Rojhilata Navîn guhert, hemû civak hişyar kir. Lê ev yek ne li gorî stratejiya hêzên weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  (DYA) ye. Lewma Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo xwe asteng dîtin. Bi navê “Nîzama Cîhanê ya Nû” nedixwestin tiştek li hember plan û projeyên wan bibe asteng. Rêber Apo plan û guhertinên hêzên navneteweyî dixwestin li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bînin xirab kiribû.

Rêber Apo dibêje: “Di şexsê min de xwestin gelê Kurd qir bikin. Bi vê komployê xwestin ji nû ve li Rojhilata Navîn destwerdanê bikin.” Rêber Apo her wiha bi vî awayî  behsa sedema derketina xwe ya ji Sûriyeyê dike, “Bi hinceta hebûna min ev hêzên navborî dixwestin destwerdanê li Sûriyeyê bikin û planên xwe li ser Sûrî pêk bînin. Bêguman min ev yek qebûl nekir.” Piştî derketina Rêber Apo ji Sûriyeyê di pêşengiya DYA’yê de li dijî Rêber Apo bi giştî cîhanê dest bi tevgerekê hat kirin. Piştî 4 mehan 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo ji Kenyayê revandin û radestî dewleta Tirk kirin.

Hêzên komploger ên hêvî dikirin dikirin bi dîlgirtina Rêber Apo, wê bigihêjin hedefên xwe bi ser neketin. Rêber Apo Zindana Îmraliyê veguherand akademiyekê. Bi parêznameyên xwe paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêş xist. Gelê Kurd ji her demê zêdetir di pêşengiya Rêber Apo de li ser piyan e. Li dijî sîstemên qirker û komploger têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xeta Rêber Apo ya neteweya demokratîk bi ser ket. Tevî hemû êrîşan jî şoreşa azadiyê gav bi gav ber bi serketinê ve diçe. Ne tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê jî derketina ji alozî û qeyranan, her wiha weke rêya azadî û rizgariyê tenê bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêk tê.

Careke din ez Komploya Navneteweyî şermezar û rûreş dikim. Careke din dibêjim divê hemû jin, ciwan û tevahî gelê Kurd têkoşîna xwe bilind bikin da ku em azadiya Rêber Apo pêk bînin. Em hemû mukelef in azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Ez herî dawiyê hemû şehîdên vê heyvê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim, sozdariya xwe ji wan re tînim ziman. Em ê hêvî û armancên wan pêk bînin û Rêber Apo azad bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button