Welatparêzî hezkirin û parastina xaka welatê dayik e – Beşê 3

Destîna Bêrîtan

Dayikniştîman tê wateya ku cihê ji dayikbûna mirov e. Her wiha welatê mirov li ser xaka wê dijî, ji xêr û bereketa wê sûd digire, lê  bi cih bûye. Kesên li welat û neteweya xwe xwedî dernekevin, bêqîmet in. Yên welê her li ku bin jî kêfxweşî û aramiyê nabînin. Wê her belengaz û perîşan bin. Kesên li neteweya xwe jî xwedî dernekevin, timî xwe bêkes his dikin. Ti kes jî li wan xwedî dernakeve. Her di nav zehmetî û êşan de dimînin. Rûyê kesên welê ken û kêfxweşiyê nabîne.

Yên xwedî li xaka dernekevin wê nikaribin xwedî li dîrok û heyîna xwe ya çandî jî derkevin. Ev jî tê wateya ku dest ji her tiştên mirov pê tê nasîn berdane û biyanî bûne. Rastiya gelekî ji dayikniştîmana xwe qut bûye, hatiye helandin û di her cure qirkirin û komkujîyan re derbas bûye, rastiyeke pir zehmet e. Mînaka gelê Kurd li ber çavan e û di ti dîrokan de ev rastî nehatiye dîtin. Bi salên dûr û dirêj her cure êrîş, komkujî hatine serê gelê Kurd. Êdî pênûs û lênûs têra nivîsandina vê rastiya kujer nake.

Dewletên hegemon û qirker dema civakekê û welatekî dagir dikin destpêkê jinê hedef digirin. Ji ber jin temsîla civakê ye. Dema jin tê kolekirin, civak jî pêre tê kolekirin, yanî jiyan û welat jî tê kolekirin. Jin çiqasî xwedî zanebûn û têgihiştin be civak, jî li rastî û heqîqeta xwe ya dîrokî serwext dibe. Di heman demê de civakeke ku jin têde ne xwedî rol û mîsyon be; vîneke wê pir xurt jî nebe, xwe ji rastî û heqîqeta xwe ya dîrokî bêpar bihêle, civak jî ber bi tinebûnê ve diçe. Ji ber wê jî pêwîst e jin di rol û mîsyona pêşengtiyê de cihê xwe bigire.

Dema jin xwedî wê bîr û baweriyê be û li doza xwe xwedî derkeve, ti tişt li pêşiya wê nabe asteng. Mînaka herî berbiçav jî ew e ku serhildan, berxwedan û şoreşên jinan têde cih girtine pir xwedî bandor in.

Şoreşger û pêşengên mîna heval Sara, Zîlan, Bêrîtan, Bêrîvan, Binevş, Arîn, Avesta, Barîn, Azê, Asya û hwd. bi sedan hevrêyên me di Şoreşa Kurdistanê de bi roleke herî pîroz û dîrokî rabûn. Lewma Şoreşa Kurdistanê îro bûye şoreşeke cîhanî ya ti carî ti hêz nikarin wê têk bibin.

Jinên çeleng ên bûn lêgerên heqîqetê ji bo azadiyê canê xwe fedayî gelê xwe û doza xwe ya bilind kirin. Şoreşa Rojava jî weke şaxek ji Şoreşa Kurdistanê îro bi berxwedana xwe ya li hember tarîtî û hovîtiyan bûye straneke azadiyê ya li hemû kolanên cîhanê tê vegotin.

Li ser vî esasî bi bîr û baweriya me ji Rêbertî û şehîdan girtiye, em ê dayikniştimana xwe ya bedew û xweşik her tim biparêzin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button