ŞÊREJINA KURD

 

Sorxwîn jina dilêr û çeleng

Jina bedew û leheng

Sorxwîn kete ser rêya guhestina tavan

Bû bişenga berbanga şefeqa sibehan

Sorxwîn jina wêrek û qehreman

Li Botan, Behdînan û Kobanê

Sorxwîn bû jina dîlawer û serbilind

Fermandara çiyayî bû şêrejina serhildêr

Sorxwîn bû hevala Viyan, Arîn û Rêvanan

Bi fedekarî, duristî, şerkerî bû nimûneya jina Kurd

Sorxwîn bû jina resen û heqîqî

Gelekî bedew û delala bû Fatma Sakanlo

Sorxwîn weke stêrka geş li esmanan bû

Jêhatî û kêrhatîya jina Kurd a Rojhilatî bû

Sorxwîn jineke bi heybet û narîn bû

Em sozdarên fermandar û gelawêja xwe ne

Soz û ahd be li me ku em tola te rakin şêrîna me

Sorxwîna min gazîbûna te bedewiya te bû

Çelengî û qeşengiya te bû

Her û her tê di nava fikir, hest û wijdanê me de be

Em soz didin ku em te her bidin jiyan din

Em şopdarê te ne fermandara delal

Ey fermandara giranbiha her hûn hene û hûn ê bijîn

Heval û şervana şehîd Sorxwîn

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button