Şopa rojê
Cûdî Cizîr

Dixwazim bi gotinên xwe gelek wêneyan xêz bikim
Ez evîndara wênesazekî bûm
Di wêneyên xwe de qîrînê xêz dike
Lê divê bi hêsan xêz neke
Helbestvanek kete jiyana min
Ji ber bedewî xistîye dilê xwe
Lê lazime zanistî be
Dildara rewşenbîrekî bûm
Di taritîyê de mîna stêrkekê xwe dibirîqîne
Bes divê lêgerîneke xurt be
Min ji dengbêjîyekî hez kir ku û derd û xeman hozanî dike
Divê hozanek zane be
Min şoreşgerekî hez kir ji bo ku destan çêkir
Jineke cengawer kete nava dilê min
Li hemberî hişmedîya bi hezaran salan serî rakirîye
Aşiqî Rêberê gelan bûm ji ber ji tinebûyînê vejîn xuliqand
Evîndara şînê ezmanî bûm ji ber ezman diçirisîn û coşa dilê min zêde dike
Dildara rojê bûm ber bi rojê ve dibezim
Serkeftin wisa dest pê dike
Asta serkeftinê jî nêzî jiyana azad e




