Sonda me serketin e

Cûdî Cizîr

Geşedan û bûyerên di sedsala 21. de li cîhanê, herêmê û welatê me rû didin ne ji rêzê ne. Baştir tê fêmkirin ku kokên wê yên dîrokî kûr in.  Dê encamên vî wêneyî sedsala me diyar bike. Kurd xemla dîroka mirovahîyê ne. Ev rastiyeke jiyanê ye. Pergala zordar li hemberî vê rastiyê aciz e. Kurd li ber xwe didin,  têdikoşin. Ji bo çanda bi xwe bijîn şer dikin. Ji lewra pêwîst e ev berxwedan were nivîsandin. Kurdên azadîxwaz bendên demokrasiyê  li derdora xwe  ava kirine. Kurd di Rojhilata Navîn de bi hêz in. Rêbertiya me ku di serdema mîlenyûm de şerê heqîqetê dimeşîne, têgeh, teorî û saziyên vê dane avakirin û Komploya Navneteweyî pûç kiriye.

Gelê Kurd, bi berxwedaniya xwe ya destanî heya niha bi Şerê Gel ê Şoreşgerî û xweseriya demokratîk ya di Rojava de gava xwe ya dîrokî avêt. Gelê Kurd bi şoreşa ku nû û nû dest pê dike hêviyê diafirîne. Ti kes, nikare vê xirab bike. Bi vî awayî parçeyekî Kurdistanê, ber bi garantiya azadiyê ve dibe. Bi vê gavê di heman demê de li Rojhilata Navîn bingehê modela siyasî ya nû  ava kir. Li beramberê vî hêzên hegemonîk ên dagirker, ji bo pêşiya Kurdan bigirin qada xebatên dîplomatîk weke qada dij şoreşê bi kar anîn. Hêzên hegemonîk dixwazin bi stratejiya înkar û îmhaya îflaskirî ye, Kurdan û neteweyên din bi hev bidin şerkirin û dijminahiya li hember gelê Kurd gur bikin. Bi şoreşa Rojava re serketina xeta sêyemîn û xeta demokratîk ya Rêbertiya me pêş xistiye careke din hatiye peyitandin. Her wiha şoreşa Rojava ku di heman demê şoreşekê jinê ye, hêza xeta azadiya jinê ya bêhempa derxistiye holê.

Xaka Kurdistanê bi hezaran sal in her di bin dagirkeriyê de ye. Dewleteke hegemon hatiye, ya din çûye. Ji Asûriyan heta Îskender; ji artêşên Îslamê heya Osmaniyan û dewleta Tirk li ser vê erdnîgariyê serweriya çêkirine. Desthilatdar guherîne. Erdnîgariya Kurd herdem di bin serdestiya dewlet û împaratoriyên dagirker de mane. Lê tevî vê jî Kurdan her tim xwe parastine. Li dijî dagirkeran li ber xwe dane û tine nebûye. Di şexsê Şoreşa Rojava de, perspektîfa Rêber Apo ya  jina azad, civaka azad û aştiya heremê, bi pergala xweseriya demokratîk re şênber dibe û hêza xwe ya bûyîna alternatîf datîne holê. Ew ji hêla jinan û gelan ve bi kelecanekê mezin tê pêşwazîkirin, weke pergalekê alternatîf tê dîtin û pejirandin. Ew hêza Rêbertiyê me ye. Di nêvenga qeyran û kaos li Rojhilata Navîn tê jiyîn de yên herî zêde şansê wan ê serkeftinê hene, hêzên civaka demokratîk in ên Rêber Apo weke Hêzên Modernîteya Demokratîk pênase û berbiçav kiriye.

Ji ber vê jî sonda me ew e em têkoşîna xwe bi serketinê bi encam û tacîdar bikin. Ji lewra xweseriya demokratîk; jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin; civaka exlaqî û polîtîk yên ji paradîgmaya Rêber Apo tên wê bi ser bikevin. Şoreşa li Rojava pêş dikeve li ser hêzên dijmin tirs û xofeke mezin çêdike. Dijminên me ji bo xwe projeyeke siyasî ya sed salan kirine armanc. Ango ji bo Kurd di sedsala 21. de azadiya xwe pêk neynin û statuyê qezenc nekin her tiştên ji destê wan tê dikin. Ya herî girîng jî, bi van êrîşan dixwazin têkoşîna me ya azadiya jinê paşve bixin û tasfiye bikin. Ev hedefên wan e. Dewleta Tirk ji ber vê bi berdewamî bi milîtanên Rêber Apo re di nav şer de ye.

Tirkiye heta niha bi Kurdên Bakurê Kurdistanê re şer dikir, lê belê êdî bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re jî ket şerekî demdirêj. Bextê Rojava û Bakur bûye yek. Gelê me ruhê yekîtiya Kurdistanê destnîşan kir. Gelê me yê li Ewropa di pêvajoya berxwedaniya Rojava de hema bêje her roj di nav çalakiyan de ye. Çalakiyên bi zanist, rêxistinkirî û hesasiyeta derdorên cuda jî ava dike pêş ketin. Polîtîkayên dijmin ên îmhakirina gelê Kurd û bi qirkirinê bindestkirin vala derket. Kurd her wiha li ser navê gel û jinên cîhanê li ber xwe didin. Li derdora berxwedaniya Rêber Apo kilîtbûn wê hêza me mezin bike.  Berxwedaniya Rêbertî piralî ye. Tenê ne di warê bedenî de ye. Bi salan li hemberî şert û mercên pir girankirî yên tecrîdê têkoşîn bi saya berxwedaniya piralî pêş ketiye. Rêbertî hem pêşengek, hem jî hevrêyek e.

Divê gelê me bi tarzê şoreşgerî derfetan biafirîne, nirxan mezin bike, bikeve nav lêgerîna ez çawa dikarim a herî baş, herî rast û herî xweşik pêş bixim. Pêwîst e  em berxwedaniya Rêber Apo ya Îmraliyê weke qibleya xwe bibînin û 24 seatan bi Rêbertî re bijîn. Berxwedana me ya bi heybet wê çawa bı serketinê tacîdar bibe? Helbet em weke hevalên gaziyên şer û şagirtên Rêber Apo di vê yekê de zelal in. Ji bo vê berxwedana me pêwîst e di asteke hîn serketî de be. Dîroka Kurd careke din zindî bûye û gelê Kurd bi berhemên xwe jiyana azad diafirîne. Romana şoreşgeriya Kurd rasteqîner e û gelê Kurd ti carî serî natewîne. Heya Kurd hebin wê Kurdistan jî hebe. Rêber Apo di peyameke xwe de got ku divê gelê Kurd di fikir, hest û ruhê xwe de yekpare be, derfetê nede parçebûn û xiyanetê.

Divê gelê me karê xwe bi xwe bike. Rêxistinbûna xwe û komîteyên xwe bi xwe ava bike. Gelê me herî kêm bi qasî me Rêber Apo û rêxistinê dişopîne, di asteke jor de jî polîtîk û zana ye. Kurd bi îrade û hêza ji şerê xwebûnê qezenc kiriye dikare gelek tiştan bide derdora xwe. Di şexsê Kurdan de, yên li ber xwe didin mirovahiya Rojhilata Navîn û dinya ye; dozên demokrasî û azadiyê ne; rûmeta nehatiye perçiqandin e. Her çiqas dijmin êrîş bike, qetil bike, bêrêziyê li hember cenazeyên me û goristanên me bike jî wê têk biçe. Yên bi ser bikevin wê Kurdên esîl û bi rûmet bin. Kurd ruhê dîrokê ne û mutleq wê bi ser bikevin. Divê Kurd nasname û kesayetên xwe li ser bingehê felsefeya Apoyî ava bikin. Em şoreşgerên ku bi armanca li dijî rastiya dinyaya serdest, pergala mêtinger a li dijî Kurd û jinan e derketine rê ne. Ji bo wê em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî bi gelê xwe re bin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button