Rojava çavkaniya welatparêziyê ye

Gaziya şer Rojda Dêrik tevlîbûna gelê Kurd a ji bo seferberiya berxwedana Rojava silav kir û got, “Rojava ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê çavkaniya welatparêziyê ye. Gelê Kurd ti carî vê ji bîr nake. Lewma ji Bakur, Başûr û Rojhilat kesên xwedî rûmet hatin Rojava û tevlî berxwedanê bûn.”
Li hember êrîşên çeteyên hikûmeta demkî û yên girêdayî dewleta Tirk bi rojane berxwedaneke muezem tê pêşxistin. Ji her parçeyên Kurdistanê ji her temenî mirovan berê xwe dan çeperên berxwedanê. Gaziya şer Rojda Dêrik têkildarî mijarê nêrînên xwe parve kirin.
Gaziya şer Rojda Dêrik anî ziman ku di encama komplo û planeke kirêt a bi armanca hesabên nû de berê çeteyan dan herêmên Rêveberiya Xweser û got, “Wan dixwest bi temamî şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin. Lewma bi dehhezaran çeteyan êrîşên herî hovane yên di dîrokê de mînakên wê kêm in pêş xistin. Lê ew çete û alîgirên wan rastî berxwedana ji îradeya şervanên azadiyê û gelê me pêk tê hatin. Lewma neçar man dest bi muzakereyan bikin.”
Rojdayê bal kişand ser xwedîderketina gelê Kurd a li berxwedana Rojava û ev anî ziman, “Rojava ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê çavkaniya welatparêziyê ye. Gelê me yê Rojava ji berê de zarokên xwe ji bo azadiya Kurdistanê şandin nav refên Tevgera Azadiyê. Jin û ciwanên şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê li hemû parçeyên welêt xwîna xwe rijandin, şehîd û birîndar bûn. Gelê Kurd ti carî vê ji bîr nake. Lewma ji Bakur, Başûr û Rojhilat kesên xwedî rûmet hatin Rojava û tevlî berxwedanê bûn.”
Gaziya şer Rojda sekna gelê Başûrê Kurdistanê jî silav kir û wiha domand, “Di vê pêvajoyê de li Başûrê Kurdistanê ji Hewlêr heya Silêmaniyê ji Duhokê heya Kerkukê gelê me rabû ser piyan. Em bi gelê xwe serbilind in. Yek ji parçeyên Kurdistanê yê herî zêde rastî komkujî û êrîşên hêzên dagirkeran hatiye Başûr e. Ew gelê me yê êşên xwe veguherandiye îrade û hêza berxwedanê, di vê pêvajoyê de di asteke herî bilind de berpirsiyartiya xwe ya dîrokî anî cih. Bi sedan jin û ciwan hatin Rojava. Ez hemûyan silav dikim. Bi vê wesîleyê ez şehîdê yekîtiya neteweyî Ehmed Kerkukî bi rêzdarî bi bîr tînim. Şehîd Ehmed sembola berxwedana neteweyî ye. Heya ciwanê me yên weke Ehmed hebin wê ti kes nikaribe me têk bibe. ”
Rojda Dêrik têkildarî êrîşên li ser jinan ên li herêmên di bin kontrola hikûmeta Demkî de jî ev anî ziman, “Roj nîne ku agahiyeke qetilkirina jinan neyê. Ev zîhniyeta paşverû ya li Şamê her kesên girêdayî xwe kiriye qatilek kastîk. Hunermenda 87 salî Huda Şairawî li mala xwe ji hêla jinekê ve hat qetilkirin. Ev zîhniyet mirovan dike gurê mirovan. Em qetilkirina hunermend Huda Şaîrawî bi tundî şermezar û rûreş dikin. Ew zîhniyeteke dijminê jinan, azadiyê û hunerê ye. Li hember wan kuştinan divê di serî de jin, tevahî civak xwe pir baş rêxistin bikin û hesab ji wan qatilên kastîk bixwazin.”




