Kulmek Rondikên Reş ên bi Tenî…

Şîlan Kobanê

Cara yekê ye ez ê bi navê Rondikên Rêş binivîsînim…

Min berê bi navê Rondikên Van, Rondikên Sor, Rondikên Germ, Rondikên Bixwîn, Rondikên Nediyar, Rondikên Ziwa û hwd. nivîsîbûn.

Lê vê carê jî bi sernavê Rondikên Reş ên bi tenî tînim ziman.

Ji ber bi rastî jî vê carê ne wekî ti carî ye…

Vê carê min son xwaribû ez ê negirîm û ez nagirîm.

Welat û çiyayên xelkê bi berfê spî dibin û dixemilin.

Lê welatê me Rojava ji serê salê ve bi rengê sor hatiye pêçan, kaniyên wê bi rengê sor diherikin.

Xelkê Rojava ligel berxwedana li hember hovîtiyê, bi koçberî, birçîbûn û sermayê re rûbirû ye. Ji ber bêbextiya duyemîn a dewama Komploya Navneteweyî hewl didin me pêşkêşî bazirganên xwe bikin. Bazirganên di piyaseyê de cirîtê diavêjin. Bi kurtasî çete… Yên li hemberî hevgertibûn û yekîtiya biratiya gelan xwe nagirin.

Ew welê dihizirin ku ev gel bê xwedî û bê parastin e. Weke gurê har wê bikevin nav, parçe parçe bikin, li hev parve bikin, bixwin û biqedînin.

Bi rastî jî pir balkêş e, her tim di demsala ku berfê ya dema gur birçî dibe, derek  herê nînê êrîş dikin, ew kesên hov.

Lewra êdî ne erd û ne ji ezman van kiryarên çeteyên hov qebûl dike.

Ez ji kesên xwe weke mirovan, dayik, xwişk, bira, bav dihesibînin; kesên behsa maf û heq dikin ka li ku derê ne?

Gelo qet hûn fikirîne ku rojekê ew tiştên tên serê Kurdan bên serê we jî?

De bê deng bin!.. Dengê xwe nekin… Sibe heke tiştekî wer bê serê we jî wê kesek xwedî li we derkeve nebe.

Lewma ne ji bo me, ji bo xwe bikin!..

Binêrin cenazeyên jinên şoreşger ji ser xêniyan diavêjin xwarê, keziyên hevrêyên me yên şehîd jêdikin.

Xewnan, nebînin!.. Xeyalan ji xwe re çênekin. Lewma di vê pêvajoyê de bêdengî xiyanet e.

Weke gelê Kurd êrîş çiqasî dijwar bin jî em ê ji bo şeref û rûmeta xwe li ber xwe bidin û ne dereng zû em ê jî weke gelek neteweyan azad bibin.

Îro bi hezaran jin û xortên bi fikra Rêbertî xwe perwerde kirine û bi navê şehîsan soz dane di çeperên berxwedanê de ne.

Em ê bi ser kevin. Lê carê vê ji her demê cudatir kî dost e kî dijmin e em ê baş hilbijêrin. Bijî berxwedana Rojava, Bijî Şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinan de.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button