Careke din komkujî li ser gelê Kurd tê ferzkirin

Leyla Amûdê

Careke din hemû dewletên dirinde û navendî yên pergala sermayedar siyaseta xwe ya bazirganiyê didin pêkanîn. Di hedefa wan de dewlemendiya binerda Sûriyeyê heye. Di heman demê de li ser vî esasî daxwaza Tirkiyeyê û HTŞ’ê jî pêk anîn. Lê teqez divê were zanîn ku çeteyên li Sûriyeyê tên Tirkiyeyê ew kirîne, di bin serweriya HTŞ’ê dide bikaranîn. Jixwe Colanî xwe dixapîne.

Tişta herî baş a ji bo Colanî ew e ku xwe ji Şeybaniyê xayîn biparêze, haj li fenûfûtên wî hebe. Ji ber  ew sîxurê Tirkiyeyê ye û ketiye nav hewldana merşê ji bin lingên Colanî bikişîne. Ev rewş li gor dixuye nêzîk û ne dûr e. Lê piştî ku serê xwe ji qewmê xwe yê Kurd rehet bike dê vê bike. Jixwe wê mijara pirsgirêka Kurd û HTŞ’ê safî bibe. Pirsgirêka QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi gelê Ereb re tineye û pirsgirêka wan jî bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re tinebû, lê pirsgirêka HTŞ’ê û Tirkiyeya bi wan re heye. Ew ditirsin ku QSD ê û Rêveberiya Xweser desthilata wan ji destê wan bigire. Ez jî dibêjim ku berevajî wê li cîhanê û nexasim jî li Sûriyeyê tenê hêza ku qet li pey desthilatê nîne QSD û Rêveberiya Xweser ên li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ne.

Lê mixabin her kî çi di nav tûrikê wan de be weke etar bang dikin û dibêjin qey her kes weke wan e. Niha jî eger ez li ber tiştekî dikevim ew jî wê xelkên baş, dirust û azadîxwaz di nav wan çeteyan de bimînin û ev gelekî ji bo min cihê mixabiniyê ye. Ez bawer dikim ku her çi kesê welatparêz û azadîxwaz wê di hest û wijdanê xwe de gelekî biêşe û tengav bibe. Jixwe kesên ku dema çeteyên HTŞ’ê û yên dewleta Tirk ketin herêmê kêfxweş bûn, dîlan û hêlhêl kirin wê paşê gelekî tengav bibin û wê li çoka xwe bidin. Lê  wê dem derbas bibe û poşmanî jî feyde neke. Ez bi xwe weke şexs matmayî mam ku wan kesan xwe di ber hevdu re radikirin û hewl didan ku kanalên televîzyonan wan bibînin û xwe bidin efûkirin. Lê baweriya min jî ew e ku gelek ji wan ji tirsan re wiha dikirin.

Jixwe hinek ji wan jî heya niha munafiqî û rûreşî li hember me dikirin. Weke judenratan bûn. Ev çi Kurd bin, çi ji pêkhateyên din bin, durûtî kirin û xwe firotin. Lê dinya hema çend roj nînin û hema wiha em hemû bi hev re namirin. Em ê halê wan  di nav destên çeteyên hov û dirinde de bibînin. Ez careke din dubare dikim û dibêjim derdê me ne bajar, ne herêm û ne jî petrol e. Jixwe hemû jî ya xelkên Sûriyeyê ye. Tenê derdê me parastina xelkên Sûriyeyê ye. Dema çeteyên DAÎŞ’ê yên serê xelkê weke niha jê dikirin, qehreman û dilêran me li hember wan şer dikirin û destanên dîrokî xêz dikirin. Lê Colanî, Şeybanî, Tirkiye û yên weke wan çi dikirin? Ez ê bibêjim wan çi dikirin!

Wan çeteyên DAÎŞ’ê diparastin, destek dikirin, bi hêz dikirin û berdidan nav çavên xelkên Rojava, Sûriye û Iraqê. Hinek jî dewletên derve yên Ewropa û yên qaşo niha bûne dewlet hêzên QSD’ê yên berxwedanî û qehremanî kirin bi sînor dikin û gotinên xerab ji wan re dibêjin. Lê divê were zanîn ku yên herî xerab ew bi xwe ne. Yên hov û xwediyên kiryarên dermirovî jî ew in. Lê dewletên dirinde xwe li hember gelê Kurd dikin yek û hemû bi hev re êrîş dikin da ku derba mirinê li parçeyekî Kurdistanê û çend milyon Kurd bidin. Jixwe heman siyasetê û rêbazan li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêk tînin. Hewldana wan ew e ku neteweya Kurd bi temamî di qirkirinê de derbas bikin.

Rêber Apo di peyama xwe ya dawiyê got ku divê gelê Kurd di fikir, hest û ruhê xwe de yekpare be, derfetê nede parçebûn û xiyanetê. Rêber Apo bang li hemû aliyên Kurd kir û diyar kir ku divê gelê Kurd bibe yek û li vîna xwe xwedî derkeve. Pir zelal diyar bû ku çima dewleta Tirk nehişt zêdetirî heyvekê hevdîtin bi Rêber Apo re bê çêkirin. Bêguman eger şaştî hebin jî şaştiyên me ne. Ji ber Rêber Apo pir anî ziman û her hewl da ku rastiya dewletên dirinde, Tirkiye û HTŞ’ê bi me bide fêmkirin. Eger li gor vê siyaset nehat meşandin û tedbîr nehatine girtin, kêmasiyên me ne û divê teqez em rexnedayîna wê bidin.

Divê were zanîn me her tişt wenda nekiriye û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Wê têkoşîna me hîn zêdetir xurt bibe û em ê hişyar tevbigerin. Em ê dost û dijminê xwe ji hev nas bikin. Pêwîst e gelê me li keda xwe xwedî derkeve, dengê xwe bigihîne hemû cîhanê.

Em hene li ser piyan e û em ê parastina xwe ya rewa bikin. Ti kes nikare me rawestîne. Em qehremanên xwe dişopînin û li ser xeta wan berxwedanê dikin. Em ê qet gavên xwe yên şoreşgerî paşde navêjin û paradîgmaya Rêber Apo jiyanî bikin. Ev paradîgma ne ya çend salan e. Ne tenê ji bo  Sûriyeyê û gelê Kurd e. Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê ye û teqez em ê bibin serkeftinê.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button